Rêxistinên ciwanan ên Rojava li djiî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û polîtîkeyên PDK‘ê ku destur nade ciwanên ku derbasî Başûr bibin û tevlî çalakiyên ciwanên Qendîlê bibin dest bi çalakiyan kirin. Çalakî dê mehekê berdewam bike.
Bi armanca şermezarakirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û siyastên PDK‘ê ku rê neda ciwanên Rojava ku derbasî Başûr bibin û piştgiriyê bibin çalakiyên mertalên zindî yên ciwanên Başûr ji rêxistinên ciwanan ên Rojavayê Kurdistanê nêzî 150 ciwan îro li deriyê sînor ê Sêmalka kom bom û daxuyanî dane raya giştî.
Rêxistinên ku çalakî lidarxistin” Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk, Yekîtiya Jina Ciwan û Koordînasyona Ciwanên Kurd e.
Daxuyanî ji aliyê Koordînatorê Giştî yê Ciwanê Kurd Murad Qamişlo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Wekî berdewama Pêngava ‘Serî Hide‘ em îro li deriyê Sêmlakayê kom bûne, ta derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û piştgiriyê bibin ciwanên Başûrê Kurdistanê. Lê îxaneta PDK‘ê dîsa piştgiriya xwe ya bi Tirkiyê re isbat kir.
Pêngava ‘Serî Hilde‘ dê li deriyê di bin konê çalakiyê de berdewam bike ta armanca me ya derbasbûna Başûrê Kurdistanê bighêje serî. PDK‘ê divê helwesta xwe ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê re diyar bike û destur bibe ciwanan ku piştgiriyê bidin pêngava Mertalên Zindî ya ciwanên Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê.
Pêngava me berdewam e, divê dewletên dagirkerên li hesabên xwe yên li hemberî kurdan vegerin.
Em amade ne tevahî xaka Kurdistanê biparêzin, wekî çawa em parastina Reqa, Dêrazor û herêmên din ên kantonên Rojava û Bakurê Sûriyê kir em ê bi yekrêzî li hember teknîka şer a Tirkiyê û partiya wê AKP‘ê Başûrê Kurdistanê bi parêzin.
Dewleta tirk bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirx û qanûnên navdewletî binpê dike.
Armanca Tirkiyaya dagirker ne tenê Qendîl û Başûrê Kurdistanê, lê belê tevahî gelê Kurd e.
Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin û li dijî binpêkirnên li Efrîn, Rojava û Başûrê Kurdistanê bêdeng nemînin.
Pêngava ‘Serî Hilde‘ berdewam e heya armancên me pêk werin. Li ser vê yekê divê hemû rêxistinên ciwanan dakevin qadan û kiryarên dewleta Tirk a dagirker ji cîhanê re teşhîr bike. Em jî raya giştî re tekez dikin ku ji armancên xwe venagerin heya ku hêviyên gelê me bi cih werin.
Berdevkê Koordînasyona Ciwanên Kurd Abdulxenî Umer ji ajansa me re got, “Pêngava Serî Hilde berdewam e heya armancên me pêk werin, bi taybet piştî ku Koordînasyona Giştî ya Ciwanên Kurd biryar da derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û piştgiriyê bidin çalakiyên mertalên zindî yên ciwanan ku di roja 27 an de ye.”
Umer destnîşan kir ku ji Koordînasyona Giştî bi riya Rêveberiya Têkiliyan a Deriyê Sêmalka bi Rêveberiya Sêmalkayê re diyalog kirin da ku destur bidin ciwanan ku derbasî Başûr bibin, lê desthilatdariya PDK‘ê qebûl nekir.
Tê payîn ku dê çalakî di nava mehekê de, li Deriyê Sêmalkayê bêne lidarxistin.