Ziyad Wetfê destnîşan kir ku projeya opozîsyona derve bi bin ket, lewre pêwîstî bi civînekê heye ku xebatên opozîsyona niştimanî ya demokratîk li Sûriyeyê bibe yek. Wetfê tekez kir ku têkoşîna Meclisa Sûriyeya Demokratîk a avakirina Sûriyeyeke demokratîk berdewam e û bi guhertineke radîkal dest pê dike.
Endamê Buroya Siyasî ya Desteya Niştimanî/Tevgera Veguhertina Demokratîk (Heyet El-Tensîq) Ziyad Wetfê bûyerên dawî li Sûriyeyê rûdidin, girêdayî wê Kongreya Sêyemîn a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), her wiha Foruma Danûstandinên Sûrî-Sûrî ji ajansa me ANHA‘yê re şîrove kirin.
Weftê di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Em dikarin rewşa Sûriyeyê bi çend mijarên girîng kurt bikin, di serî de vegerandina gelek herêmên ji aliyê rêjîmê, wekî Xûta ya derdora paytextê û Deraayê. Ya dûyemîn jî bêdengiya derve ya li hemberî dagirkirina beşeke ji bakurê rojavayê Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve, ji Efrîn û rojavayê wê heta Minbicê. Wekî din jî xetimandina asoyên çareseriyên siyasî yên derve, mina civînên Astana, Cinêv, Soçî û civînên din ên derbarê çareserkirina aloziya Sûriyeyê de.ʺ
Ziyad Wetfê anî ziman ku Kongreya Soçî mîna ku rewşa tedawîkirinê ye û hin aliyên derve dixwazin wê xelas bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû hêzên opozîsyona niştimanî yên xwedî nêrîna demokratîk divê giraniyê bidin parastina xaka Sûriyeyê û rêgirtina li ber destwerdanên hêzên derve, her wiha giraniyê bidin girîngiya avakirina dewleteke laîq, nenavendî û demokratîk. Ev hêz li pêşberî erkeke girîng e, mîsyona wê xwe komî ser hev bike û nêrîneke hevpar der barê pêşeroja Sûriyeyê de pêşkêş bike. Erka opozîsyona hundir ew e ku bi hêzên opozîsyonê yên li herêmê re jî beşdarî diyalogan bibe, da ku yek nêrîn ji bo çareseriyê derkeve pêş. Em hêvî dikin ku diyalogên kûr pêk werin û tu alî yekî din paşguh neke.”
Wetfê, nêrîna siyasî ya ku MSD‘ê girtiye wek nêrîneke pêşketî bi nav kir û got MSD`ê aloziya civaka Sûriyeyê di hemû aliyan lêkolîn dike, xwedî nêrîneke demokratîk û şoreşgerî ye. Wetfê destnîşan kir ku ew destekê didin hemû biryar û pêşniyarên wê.
Li ser Foruma Danûstaninên Sûrî- Sûrî jî Ziyad Wetfê anî ziman ku Forma Danûstandinên Sûrî- Sûrî hîna di merheleya destpêk de ye ku xîtabekî nêzî opozîsyona giştî û gelê Sûriyeyê pêşkêş bike û got: “Em dibînin ku xebata Meclisa Sûriyeya Demokratîk a avakirina Sûriyeya demokratîk berdewam e û bi guhertina radîkal dest pê dike.”
Li ser girîngiya diyalogan, Ziyad Wetfê ev tişt anî ziman: “Diyalog bingeha çareserkirina aloziya Sûriyeyê, divê hêzeke hebe ku nûnertiya gelê Sûriyeyê bike û bi rêjîma Sûriyeyê re danûstandina bike, dema opozîsyoneke xurt hebe, rêjîm êdî nikare wê paşguh bike û dê neçar bibîme ku diyalogan bike.”
Ziyad Wetfê di nava gotinên xwe de anî ziman ku opozîsyona derve yên li Stenbol û welatên din îradeya gelê Sûriyeyê temsîl nekirine, aliyên derve xwe li ser wan feriz dike, ku tu eleqeya wan bi projeyên guhertinê li Sûriyeyê re nîn e.
Weftê destnîşan kir ku opozîsyona derve ketiye, lewma hewcedarî bi civînekê heye ku hevbeşiya xebatên opozîsyona niştimanî ya demokratîk çi li hundir be û çi li derve ava bike û got: “Opozîsyona ku xîtbeke wî yê nêzî MSD‘ê hebe dikrin bi meclisê re diyalogan pêk bîne, ji ber ku vê hêz li hindir û derve xwe isbat kir, fikrê û baweriya wê guhertina ber bi demokratîk ve û guhertineka radîkal e.”
Endamê Buroya Siyasî ya Desteya Niştimanî/Tevgera Veguhertina Demokratîk Ziyad Wetfê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kongreya Riyadê bi ser neket ji ber ku MSD nehat beşdarkirin, niha kongreya ku hêzeke siyasî neyê beşdarkirin dê kêm be. Di vê aliyê de ez ne behsa hemû hêzan dikim, em qebûl nakim ku Îxwan El-Muslimîn û komên çekdar, komên girêdayî Tirkiyeyê yan dewletên Kendavê di danûstandinên me de hazir bin. Li Sûriyeyê hêzeke siyasî mezin heye, divê ew hazir bibe da ku em bigihîjin bernameyeke hevbeş.”