حركة المجتمع الديمقراطي

Xezeba Zeytûnê: Serçeteyê ʺKoma Keşfêʺ ya çeteyên Feyleq El-Şamê hate kuştin

620

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî serçeteyê ʺKoma Keşfêʺ ya girêdayî çeteyên Feyleq El-Şamê çalakiyek li dar xist û di encamê de serçete hate kuştin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê der barê çalakiya hêzên wan li herêma Raco ya Efrînê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

ʺŞervanên me şeva 22`yê Tîrmeha 2018`an de çalakiyek li dijî serçeteyê ʺKoma Keşfêʺ ya girêdayî çeteyên Feyleq El-Şamê bi navê Mihemed Elî ku bi navê ‘Ebû Ducane’ tê naskirin û bi eslê xwe ji parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyeyê ye, li dar xist.

Şervanên me dema serçete Mihemed Elî bi erebeya xwe ya li ser rêya Meydan Ekbes û Qera Baba yên girêdayî herêma Raco ya Efrînê diçû, çalakî pêk anî. Di encama çalakiyê de, serçete Mihemed Elî hate kuştin.ʺ