Berdevkê Ragihandina Ceyş El-Siwar Dilşêr Idlibê destnîşan kir ku kaxeza Tirkiyê ya di mijara Idlibê de binket.
Berdevkê Ragihandina Ceyş El-Siwar Dilşêr Idlibê girêdayî bûyerên li Idlibê ji ajansa me re axivî.
Idlibî di destpêka axaftinê de, bi bîr xisti ku hêzên navdewletî û herîmî ji destpê aloziya Sûriyê ve, xebitîn ku aloziyê di aliyê siysî û leşkerî de kûrtir bikin û bixin xizmeta berjewendiyên xwe û anî ziman ku parêzeha Idlibê niha qada şer a herî germ e.
Idlibî destnîşan kir ku hemû komên terorîst ji Tirkumen, Qoqaz, Çeçan, Nusra û DAIŞ‘ê piştî ku ji Dêrazorê reviyan li Idlibî kom bûn, û bal kişand ku Idlib erdîngariya herî bi xeter e.
Idlibî her wiha destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de bi bîr xist û diyar kir ku Tirkiyê sînorê xwe ji komên çekdar re vekir ku derbasî Sûriyê bibin û got:”Kaxeza Tirkiyê ya di mijara Idlibê de bi ser neket.”
Dilşêr Idlibî di dawiya axaftina xwe de, bang li dewletên têkildarî şerê terorê kir ku di mijara şerê li dijî terorê li Idlibê bighêjin lihevkirinê da ku rê li ber şewateke ku bi destê rêjîma Sûriyê were kirin, neyê vekirin.