حركة المجتمع الديمقراطي

Duyemîn Konferansa Kongreya Star a Helebê dest pê kir

695

Bi dirûşma “Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê Şoreşa Jinan bikin şoreşa civakî” Duyemîn Konferansa Kongreya Star a Helebê li taxa Şêxmeqsûd dest pê kir.

Duyemîn Konferansa Kongreya Star a bajarê Helebê bi beşdarbûna 350 delegeyan û nûnerên partiyên Sûriya Pêşerojê û PYD’ê, her wiha Meclisa Sûriya Demokratîk û Hevgirtina Niştimanî ya Demokratîk, YPG, YPJ, Asayîşa Jin û şandeyek ji kantona Şehbayê pêk hat.

Salona konferansê bi alên Kongreya Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê, her wiha pankartên bi nivîsên “Jinên azad nûnertiya nasnameya neteweya demokratîk a Sûriyeyê û Rojhilata Navîn dikin” hate xemilandin.

Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê endama Koordînasyona Kongreya Star Wehîda Hesen axivî û di destpêka axaftina xwe de bixêrhatina mêvanan kir û wiha dom kir: “Lidarxistina konferansê bersiveke xurt a ji hemû alî û dewletên dijber re ye. Divê welatiyên Bakurê Sûriyeyê û tevahî Sûriyeyê jî bi aramî vegerin warên xwe. Jin îro îspat dikin ku hebûna wan di herêmê de xurt e û rola wan di Şoreşa Rojava de pêşeng e. Em ê ji bo rizgarkirina Efrînê têkoşîna xwe ya li dijî artêşa tirk û çeteyên wê têkoşîna xwe bidomînin û rê ji vegera welatiyan re vekin.”

Endama Koordînasyona Kongreya Star di dawiya axaftina xwe de jî da zanîn ku Kongreya Star di nava têkoşîna xwe de gelek fedekarî pêk anîn û serkeftinên mezin bi dest xistin û ev tişt anîn ziman: “Biryarên ku dê îro werin dayîn, divê li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin û dê li ser esasê têkoşîna di rêya şehîdan a ji bo jiyana azad û welatekî ji dagirkeran paqij be.”

Piştî axaftina vekirinê dîwana rêveberiya konferansê ku ji 5 kesan pêk tê, hate avakirin. Paşê bernameya konferansê ji aliyê endama Rêveber a Kongreya Star a Helebê Fatma Hesen ve hate xwendin.

Konferans bi axaftin û xwendina raporan dewam dike. Her wiha dê di konferansê de rewşa siyasî û rêxistinî jî were nîqaşkirin.