Hêzên YPG’ê di navbera 11 û 15’ê Tîrmehê de di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de li Efrînê çalakiyên bi bandor li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê pêk anîn. Di encama çalakiyan de 12 leşker û çeteyên wan hatin kuştin.
Navenda Ragîhandinê ya YPG’ê derbarê çalakiyan de daxuyanî da û got ku hêzên wan di navbera 11 û 15’ê tîrmehê de li Efrînê çalakiyên bi bandor li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê pêk anîne.
Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hatiye weşandin wihaye:
” Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya berxwedana serdemê li Erfrîn’ê, hêzên me di navbera dîrokên 11 û 15’ê Tîrmehê de li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê rêzaçalakiyên bi bandor pêk anîn. Agahiyên di derheqê çalakiyênku hatine lidar xistin bi vş rengî ne;
1. Di diroka 11’ê Tîrmeh’ê de hêzên me li gundê Basilê yê girêdayî navçeya Şera li hember seyareyeke leşkerî çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de 8 leşkerên artêşa Tirk a dagirker ku 3 jê payebilind in (1 sitvan û 2 serpel) hatin kuştin.
2. Di dîroka 13’ê Tîrmeh’ê de hêzên me, li hember seyareyeke leşkerî ya ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tê de bûn li nêzî gundê Kîmarê yê Efrîn’ê çalakiyeke bibandor pêk anîn. Di encama çalakiyê de leşkerek û 2 çete hatin kuştin, leşkerekjî brîndar bû.
3. Di dîroka 14’ê Tîrmeh’ê de hêzên me li hember seyareyeke leşkerî ya koma çete ya bi navê El-Baslawî çalakiyeke lidar xistin. Di encama çalakiyê de 4 çete bi giranî brîndar bûn.
4. Di dîroka 15’ê Tîrmeh’ê de hêzên me li hember seyareyeke ku yek ji serçeteyên koma Feylaq El-Şam yê bi navê Mihemmed Ebû Ehmed tê de bû çalakiyeke kemîn lidar xistin. Di çalakiya ku di navbera Efrîn û gundê Qitmê de hate lidar xistin de serçete hate kuştin.
Bi çalakiyên ku di navbera dîrokên 11 û 15’ê Tîrmehê de hatine lidar xistin de, hejmara kuştî û brîndarên artçêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji destpêka êrîşên dagirkirina Efrîn’ê heya niha gihîşt 2.527’an.”