Li kantona Kobanê çalakiyên 6`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê didomin.
Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê di çarçoveya şahiyên ku bi boneya 6`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê têne lidarxistin de, li Baxa Kongreya Star şevbêrk û pêşbirkek li dar xistin.
Bi dehan şêniyên bajar, hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê Enwer Muslim, hevserokê kantona Kobanê Mustefa Îto û gelek siyasetmedar û endamên saziyên sivîl beşdarî şevbêrkê bûn.
Her wiha hêzên Asayîşê (Hêzên Ewlekariya Hundirîn) ewlehiya çalakiyan bi cih anî.
Komên Navenda Baqî Xido stran û helbest pêşkêş kirin, her wiha pankartên bi nivîsa “Berxwedana Efrînê rastiya Şoreşa 19`ê Tîrmehê tekez kir” hatin daliqandin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) pêşbirkek li dar xist û têkildarî Şoreşa 19`ê Tîrmehê pirs ji kesên hazir kir.
Çalakiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku di sala 2012`an de li bajarê Kobanê dest pê kir, li bajar û gundewarên wê didomin.