حركة المجتمع الديمقراطي

‘Gel dê heta rizgarkirina Ocalan têkoşîna xwe bidomînin’

634

Jinên navçeya Eyn Îsa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku gelên azadîxwaz dê heta rizgarkirina Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di felsefeya xwe ji bo aştiyê, yekgirtin, biratiya gelan û jiyana hevbeş têkoşîn meşand. Ocalan her wiha ji bo azadiya jinan û rizgariya wan ji zîhniyeta baviksalar xebat û têkoşîneke mezin pêk anî.

Zêdetirî 2 salan e dewleta tirk tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd ferz kiriye û destûr nade parêzer û malbatên Ocalan hevdîtinê pê re pêk bînin.

Di çarçoveya vê mijarê de hejmereke jinên Eyn Îsa destnîşan kir ku Ocalan û felsefeya wî di wijdana gelên aştîxwaz de zindî ye.

Jina bi navê Fatma El-Zehraa der barê mijarê de wiha got: “Em wek şêniyên navçeya Eyn Îsa ji hemû aliyên ku dixwazin tevliheviyê di navbera hemû pêkhetyan de derxin re tekez dikin ku ew ê negihîjin armancên xwe, ji ber ku em li ser rê û felsefeya Ocalan dimeşin.”

Fatma bal kişand ser siyasetên dewleta tirk li dijî gelên ku fikr û felsefeya Ocalan ji xwe re kirine kir û got ku nimûneya herî ber bi çav bûyerên ku li Efrînê diqewimin e. Fatma di dawiya axaftina xwe de jî diyar kir ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi wan re dijî.

Jina bi navê Meryem Erselan jî der barê mijarê got ku rexmî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan, fikr û felsefeya wî bi awayekî berfireh li herêmên Bakurê Sûriyeyê belav bûye û wiha got: “Dewleta tirk bwaer dikir ku bi girtina Ocalan dê bikare gelê kurd serwer bike lê gelê kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê, baweriya dewleta tirk pûç kir.”

Heta niha dewleta tirk hemû daxwazên hevdîtinê yên aliyên têkildar ji bo şopandina tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî red dike.