Nîlufer Koç diyar kir ku di vê demê de lidarxistina kongreya neteweyî girîngiyeke mezin e û got ku kongreya neteweyî ji bo parastina erdnîgariya Kurdistanê lezgîniyek e. Nîlufer Koç her wiha diyar kir ku kesên dibêjin êrîşên li dijî Qendîlê tenê êrîşên li ser PKK’ê ne, xwe dixapînin.
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç der barê êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser başûrê Kurdistanê de ji ajansa me re axivî. Nîlufer diyar kir ku kesên dibejin êrîşên li dijî Qendîlê tenê êrîşên li ser PKK’ê ne, di nava xwe xapandineke mezin de ne.
Nîlufer Koç da zanîn ku dewleta tirk a dagirker piştî salên 90’î heya niha bi rê û rêbazên cuda axa başûrê Kurdistanê dagir dike û wiha pê de çû: “Dewleta tirk kurdan ji bo xwe asteng dibîne û hemû êrîşên hovanê li ser kurdan dide meşandin. Bi taybet piştî ku Şoreşa Rojava dest pê kir kurdan ji guhertinên li Rojhilata Navîn sûd wergirt. Êdî di asta cîhanê de pirsgirêka kurd xwe guharand çareseriya gelê kurd. Ev çareserî jî di nav nîqaşên cîhanê de cih digire. Çareseriya kurdan jî di nav demokrasiyê de ye. Dewleta tirk hemû armaca xwe li ser parastina sîstema şovenîst pêk tîne û kurdan ji xwe re wek dijminê sereke dibîne. Kurd dema ku statuyê bi dest dixin, Tirkiyê dixwaze wan têk bibe.”
Nîlufer Koç diyar kir ku di dagirkirina bajarê Efrînê de bêdengiya dewletên navneteweyî hêz da dewleta tirk û bû sedem ku Tirkiye berê xwe bide başûrê Kurdistanê û wiha got: “Erdogan ev bêdengiya Efrînê ji bo xwe wek derfet dît.”
Bi sedan hêzên taybet û yên îstîxbaratê yên Tirkiyeyê li Başûr bi cih bûne
Nîlufer Koç da zanîn ku dewleta tirk 22 baregehên leşkerî ji salên 90’î ve heya niha li başûrê Kurdistanê bi cih kiribûn, niha jî 11 baregehên leşkerî zêde kirin û wiha got: “Bi sedan hêzên taybet û îstîxbaratê jî li Başûr bi cih kirine. Siyaseta Tirkiyeyê ew e ku başûrê Kurdistanê giştî bike bin kontrola xwe.”
Pîştdayîna dijmin wê dawiya Barzanî bîne
Beriya demekê serokwezîrê herêma Kurdistana Federal Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyrk da û dewleta tirk pîroz kir, PKK jî bi “dagirkeriyê” sûcdar kir. Nêçîrvan Barzanî piştî daxuyaniyê çû Enqereyê. Nîlufer Koç daxuyanî û çûna Nêçîrvan Barzanî ya Enqereyê wiha nirxand: “Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî û çûna wî ya Enqereyê tenê Erdogan jê sûd wergirt. Ev daxuyanî Erdogan û hikumeta wî bi hêz kir û êrîşên wan yên dagirkeriyê rewa dike. Di cîhanê de aşkera ye ku dijminê demokrasiyê Erdogan e û dijminatiya bêhempa li dijî gelê kurd dimeşîne. Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî ji bo kujerên kurdan li dijî berjewendiya gelê kurd e. Pêwîst e pişta xwe bidin gel, lê mixabin ji dijmin bawer kirin, ev jî tê wateya ku dê dawiya xwe bînin. Gelê Kurdistanê ji wan gavan ne razî ye.”
Dagirkeriya Tirkiyeyê ji bo dewleta Iraqê jî xetere ye
Dewleta tirk a dagirker ji sala 1983’yan heta niha sînorê xwe derbas dike û êrîşên dagirkeriyê li ser axa başûrê Kurdistanê zêde dike. Her wiha Nîlufer Koç der barê sînor derbaskirina dewleta tirk de ew tişt got: “Dewleta tirk a dagirker sînorê xwe derbas dike û êrîşî axa Başûr dike. Li gorî zagonên navdewletî ev sûc e. Têketina Tirkiyeyê ji bo dewleta Iraqê jî xetere ye.”
Divê konferanseke neteweyî bi lez û bez pêk were
Nîlufer Koç di berdewama nirxandina xwe de diyar kir ku di nav wê demê de pêwîstiya konferansa neteweya kurd heye û wiha pê da çû: “Dibe ku lidarxistina kongreya neteweyî di nav wan şert û mercên dagirkerî û êrîşan de zehmet be, lê konferanseke neteweyî ji bo parastina ednîgariya Kurdistanê girîng e. Ji bo pêşîgirtina êrîşên dagirkeriyê pêwîst e hemû kurd pişta hev bigirin. Di xalên hevbeş û parastina welat ji dagirkeriyê de konferanseke neteweyî divê bi lez û bez pêk were.”
Helwestên tund hewce ne
Li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk parlamento û dewleta Iraqê tu helwestên bibandor nîşan nedan. Nîlufer Koç li dijî helwestên bêbandor got ku pêwîst e parlamento û dewleta Iraqê êdî helwestên dijwar nîşan bidin da ku êrîşên dagirkeriyê bidin sekinandin.
Nîlufer Koç bal kişand ser daxuyaniya Mevlut Çavuşoglu û wiha got: “Gefên Çavuşoglu ne tenê li ser Goran û YNK’ê ne, li ser hemû kurdan in. Daxuyaniya Mevlut Çavuşoglu li ser axa başûrê Kurdistanê xetereyeke mezin e. Dixwazin krîz û valabûna siyaseta Iraqê kûrttir bikin û nakokiyê di navbera kurdan de çêkin. Dewleta tirk a dagirker siyaseta ‘parçe bike û bi rê ve bibe’ dimeşîne. Siyaseta dewleta tirk a kurdên baş û kurdên xirab, li dijî hemû kurdan e. Bi destê kurdan dixwazin kurdan tune bikin. Ev jî siyaseta herî erzan e. Armanca dewleta tirk di daxuyaniya Çavuşoglu de diyar dike ku gav bi gav krîza başûrê Kurdistanê kûr bike, nexweş bixe û piştre jî teslîm bigire.”
Siyaseta Tirkiyeyê li ser stratejiya antîkurd e
Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç di dawiya nirxandina xwe de got ku kesên ku dibêjin êrîşên li dijî Qendîlê tenê êrîşên li ser PKK’ê ne, ew di nava xwe xapandineke mezin de ne û wiha berdewam kir: “Siyaseta ku niha pêk tê, navê xwe stratejiya antîkurd a dewleta Tirkiyeyê ye, bi armanca ku başûrê Kurdistanê gav bi gav dagir bikin. Heke êrîş tenê li dijî PKK’ê bin, ew meseleyeke neteweyî ye. Ji ber ku PKK xizmeta gelê kurd kiriye û dewleta tirk dixwaze wî gelî ji holê rake. Ev êrîş bi Qendîlê ve ne sînordar e, tevahiya Kurdistanê di armanca wan de ye.”