حركة المجتمع الديمقراطي

Divê rêjîm kirasê xwe yê berê biavêje û kirasê avaker li xwe bike

564

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Dirar diyar kir ku di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de ew zimanê diyalogê ji xwe re esas digirin da ku herêmê ber bi aramî û parastina berjewendiyên gelê Sûriyeyê ve bibin û ji şerê desthilatdariyê dûr bikevin. Dirar got ku divê rêjîm kirasê xwe yê berê biavêje û kirasekî avaker li xwe bike.

Di hevpeyvîneke taybet a Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) de hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Dirar têkildarî pêşveçûnên siyasî û gotegotên dezgehên çapemeniyê yên nêzî rêjîma Sûriyeyê ku îdia dikin ku hevpeymanek di navbera wê û MSD’ê de pêk hatiye, axivî.

Riyad Dirar di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku rêjîma Sûriyeyê piştî ku serweriya xwe li başûr firehtir kir û nexşeya leşkerî hatiye guhertin wek serkeftinekê ji xwe re bi nav dike ku li hesabên xwe yên li herêmên din jî vegere. Niha du herêmên dane pêşiya xwe yek parêzgeha Idlibê ye û ya din jî herêmên bakur û bakurê rojhilat in ku di bin serweriya MSD’ê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ne û serkeftinên girîng li dijî terorê bi dest xwe ve anîne.

Dirar diyar kir ku nêrîna serokê Sûriyeyê li hemberî herêmên bakur û bakurê rojhilat ew e ku şerê QSD’ê bike yan jî bi MSD’ê re danûstandinan bike û wiha got: “Yek armanca me heye; ew jî ev e ku çareseriyeke siyasî pêk were. Vê yekê hişt ku em bersiva rêjîmê bidin ku em bi pêşniyara danûstandinê re ne, nemaze ji ber ku rêbaza tekane ya pêkanîna aştiyê di Sûriyeyê de ye. Lê rêbaza danûstandinê ji destpêkê ve me pêşniyar nekiriye û me got divê danûstandin bê merc pêk werin.”

Dezgehên çapemeniyê yên nêzî rêjîma Sûriyeyê îdia kir ku di navbera MSD’ê û rêjîma Sûriyeyê de lihevkirinek der barê herêmên bakurê rojhilat de pêk hatiye. Rayedar û siyasetmedarên bakurê rojhilat jî ev mijar bi temamî derewandin.

‘Rêveberiya Xweser xebateke baş li bakur dide meşandin’

Riyad Dirar da zanîn ku Rêveberiya Xweser li Bakurê Sûriyeyê karibû karekî baş pêk bîne û xizmeta welatiyên herêmê bike. Rêveberiyê aştî li herêmê pêk anîn û koçber hembêz kirin û parastin û çalakiyên xwe yên rizgarkirinê jî berdewam kirin. Dirar wiha domand: “Me xema welatiyên Sûriyeyê di avakirina destûreke nû de, peydakirina rewşeke siyasî cudatirî ya berê û tunekirina projeya desthilatdariyê ku li ser Sûriyeyê hatiye ferzkirin xwariye.”

Girêdayî mijara nebeşdarbûna kesayetên ji Bakurê Sûriyeyê di danûstandinên borî de Dirar wiha anî ziman: “Pirsgirêk ne tenê girêdayî rêjîmê ye, lê belê aliyê ku xwe wek opozîsyon bi nav dike jî pirsgirêk e. Opozîsyonê em ji hemû civînên Cenêvê dûr xistin. Helwesta rêjîmê jî ew e ku li gorî daxwaza xwe nexşerêyekê ava bike. Niha em wek aliyê sêyemîn in. Ev rêya sêyemîn di çarçoveya xebatên rizgariyê de pêk hatiye, dema ku karibû hevbendiyekê bi koalîsyona navneteweyî re pêk bîne û li hemberî terorê tê bikoşe. Me parastina Sûriyeyê li hemberî projeya terorîst a DAIŞ’ê kir. Rêjîmê di dema derketina DAIŞ’ê de dest ji van herêman berda. Me di destpêkê de herêmên xwe parastin û piştre me herêmên ku rêjîmê dest jê berdabû, rizgar kirin.”

‘Divê rêjîm kirasê xwe yê berê biavêje û em bi hev re Sûreyeyê ava bikin’

Dirar di axaftina xwe de her wiha behsa rola dewletên herêmî di aloziya Sûriyeyê de kir û wiha got: “Hemû dewletên herêmî û navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe ji rewşa Sûriyeyê sûd wergirtin. Hemûyan rola van hêzan bi rêbazên cuda şîrove kirin. Me xebatên xwe li ser bingeha lihevkirinan dane meşandin. Me projeya berjewendiyên hevbeş di ber çavan re derbas kir û bi riya vê projeyê dibe ku Sûriyeke nû were avakirin û li ser vê bingehê hevbendiya me bi hêzên Koalîsyona Navnetewî re pêk hat. Em bawer dikin ku roleke wê ya mîsogerkar di paşerojê de jî heye da ku çalakiya siyasî were domandin.”

Hevserokê MSD’ê Riyad Dirar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Projeya guhertina demokratîk, projeya hemû pêkhate û aliyên Sûriyeyê ye. Divê em ji desthilatdariyê xilas bibin û divê rêjîm kirasê xwe yê berê biavêje û kirasekî avaker li xwe bike û em bi hev re ber bi avakirina Sûriyeke nû ve biçin.”