حركة المجتمع الديمقراطي

Şêniyên Qamişlo Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bibîr anîn

629

Ciwanên Kantona Qamişlo bi meşekê, gelê jî bi civînan berxwedana rojiya mirinê ya girtîgeha Amedê bibîr anîn.

Di salên 1980’an de dewleta dagirker a Tirk li Bakûrê Kurdistanê li dijî Tevgera Azadiyê fermana tûnekirinê da. Bi hezaran ciwanên Kurd di girtîgehan de êşkenceyên herî hovane re derbas kirin. Li dijî êşkence û bêrûmetkirinê rêberên Tevgera Azadiyê Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz di 14’ê Tîrmeha 1982’an de rojiya birçîbûnê dan destpêkirin û di encama çalakiyê de jiyana xwe ji dest dan.

Şêniyên Qamişlo bi meş û civînan berxwedêrên girtîgeha Amedê bibîr anîn. Ciwanên Kantona Qamişlo ku Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên YPG/YPJ û û berxwedêrên girtîgehê rakiribûn û druşmên “Berxwedan Jiyane”, “Bijî Serok Apo”, “Ji bo berxwedana girtîgehan Serî Hilde” meşiyan. Meş ji Çerxeriya Şehîd Osman Sebrî destpê kir. Meşvanên ku bê navber diruşme beriz dikirin, heta Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo meşiyan. Di wê demê de jî gelê Qamişlo ji bo bîranîna berxwedêrên girtîgeha Amedê civînek li darxistin. Ciwan jî tevlî civînê bûn. Di heman demê de li nadiya Seyran a li taxa Cumeyê bi heman armancê civînek hate lidarxistin.

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre sînevziyona berxwedana girtîgeha Amedê hate pêşkêşkirin.

Di civînê de Rêveberê TEV-DEM’ê Adil Rojava axivî. Adil Rojava diyar kir ku zîdana Amedê ji bo tûnekirin û bêrûmetkirina gelê Kurd hat avakirin û ev tişt anî ziman: “Her dem di dîrokê de serhildanên gelê Kurd bi komkujiyan tunedikirin, vê carê biryar dan ku Kurdan di girtîgehê de teslîm bigirin. Wê demê berxwedana gel nebû, Tevgera Azadiyê ber bi tunebûnê ve diçû. Lê berxwedêr Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz û rêhevalên wan ev pîlan bi canê xwe vale derxistin.”

‘Wan bi hêviya azadiyê şoreş ava kir’

Adil Rojava destnîşan kir ku ew berxwedêr îro bûne bingehê Şoreşa Rojava û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Divê em li şehîd û rumeta xwe xwedî derbikevin. Berxwedêrên girtîgeha Amedê bi hêviyê şoreş da avakirin. Divê em jî bi xwe bawer bin û hêviya me  ya azadiyê ji me û hêza xwe ya cewherî hebe. Da ku em bibin layîqê berxwedêran.”

Civîn bi druşma “Berxwedan Jiyane” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.