حركة المجتمع الديمقراطي

‘Kongreya 3’yemîn a MSD’ê dê guhertinan bi xwe re bîne’

636

Endamê Desteya Rêveberiya MSD’ê Hikmet Hebîb got ku Kongreya 3’yemîn a meclisê dê di 16’ê vê mehê de were lidarxistin û tekez kir ku kongre dê guhertinê di xebatên meclisê yên di hemû aliyan de çêke.

Ajansa me bi endamê Desteya Rêveberiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb re der barê lidarxistina kongreya 3’yemîn a meclisê hevdîtinek pêk anî.

Hebîb diyar kir ku kongreya wan dê di 16’ê vê mehê de were lidarxistin û ev tişt anî ziman: “Kongreya 3’yemîn a Meclisa Sûriya Demokratîk di van şert û mercên siyasî de û bûyerên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê tê re derbas dibe, tê lidarxistin. MSD’ê ji destpêka avabûna xwe de xebatên avakirina projeya demokrasiyê ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê re dimeşîne. MSD’ê sîwana siyasî ya QSD’ê ye ku herêm ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kir.”

Hebîb îşaret pê kir ku MSD’ê ji destpêka avabûna wê ve û piştî pêkanîna rêgeza demokrasiya nenavendî ya ji bo rêvebirina gelê Sûriyeyê bû cihê baweriya gelek aliyên siyasî, kesayetên li hundir û derveyî welat û wiha dom kir: “Xuya kir ku aloziya Sûriyeyê derbasî pêvajoya şerê siyasî û danûstandinan dibe. Ev şerê siyasî ji bo rêgirtina li ber berjewendiyên hemû aliyan ku berjewendiyên wan li Sûriyeyê hene bigire, pêk tê.”

Endamê Desteya Serokatiya MSD’ê Hikmet Hebîb gotinên xwe wiha domandin: “Kongreya 3’yemîn a MSD’ê dê bi çalakiyên mezin were lidarxistin. Ji ber rewşa hesas û nazik ku Sûriye tê re derbas dibe û ji ber beşdarbûna gelek kesayet, partî û şandeyên ji derve û hundirê Sûriyeyê ve, ronahî li kongreyê diyar dibe.” Hebîb got ku dê kongre belgeyek siyasî ku hemû pêwîstiyên pêvejoya pêşerojê û şêwaza rêveberina gel û her wiha awayên veguhastina rewşa gel di nava xwe de bihewîne.

Hikmet Hebîb di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku gelek guhertin di rêveberiya meclisê, guhertinên nû di xebatên stretajîk û birêxistinkirina meclisê de dê werin çêkirin, da karibe bi erkên xwe rabe.

Li ser pêvajoya piştî lidarxistina kongreyê, endamê Desteya Serokatiya MSD’ê Hikmet Hebîb da zanîn ku bi armanca avakirina cebheya demokrasiyê ku hemû gelên Sûriyeyê dihewîne dê forumeke danûstandinê were lidarxistin.