حركة المجتمع الديمقراطي

Îlham Ehmed: Ji bo vegerandina pisporên Bendava Firatê danûstandin hene

541

Îlham Ehmed got ji bo vegerandina karmend û pisporên Bendava Firatê da ku bi rêveberiya bendavê re kar bikin, danûstandin di navbera berpirsên rêjîma Sûriye û berpirsên meclisên herêmî yên bajarê Tebqayê de heye.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ji ajansa me re (ANHA) têkildarî gotegotên ku di demên dawîn de der barê herêma Tebqayê de têne gotin, axivî.

Îlham Ehmed got ku ji bo çareserkirina dozên wan bi rêjîmê re wan tu carî rêya leşkerî bi kar neaniye, berovajî wê diyalog bi kar anîn û ev jî rêya herî guncew e û wiha pê de çû: ʺLê dema em rastî êrîşê hatin me parastina xwe kir. Tiştekî normal e ku danûstandin di aliyê xizmetguzarî de ji bo gelê me were destpêkirin. Me berê jî gotibû xêr û berên Sûriyeyê yên hemû gelên Sûriyeyê ne û mafê her kesî ye sûdê jê wergire.ʺ

Îlham Ehmed der barê danûstandinên ku niha bi rêjîmê re têne kirin de ev tişt got: “Niha danûstandin tenê di asta herêmî de têne kirin, ango danûstandin di navbera berpirsên saziyên xizmetguzarî yên rêjîmê û berpirsên meclisên herêmî û saziyên xizmetguzariyê yên Tebqayê de heye. Ev danûstandin jî tenê di çarçoveya vegerandina karmend û pisporên berê yên Bendava Firatê de ye da ku bi rêveberiya bendavê re ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bixebitin.ʺ

Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed tekez kir ku danûstandinên bi vî rengî tiştekî xwezayî ne, ji ber ku gelê Sûriyeyê jê sûdê werdigire û dibe ku ji bo tiştên din ên xizmetguzariyê danûstandin dewam bike.

Îham Ehmed der barê dosyaya ewlekariyê de tekez kir ku ev dosyayeke gelekî hesas e û girêdayî dozên neteweyî û pêkanîna demokrasiyê ye û ev jî ne girêdayî mijarên danûstandinên ku niha têne kirin û wiha dewam kir: ʺTiştên ku têne gotin ku wê careke din ʺçargoşeya ewlekarîʺ ango hêzên ewlekariyê vegerin, ji rastiyê dûr e.ʺ