حركة المجتمع الديمقراطي

Sarûxan: Ji bo avakirina Sûriyeyeke nenavendî em ji danûstandinê re amade ne

650

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdullkerîm Sarûxan tekez kir ku yek ji armancên wan ên sereke Efrîn e. Sarûxan bang li hemû hêzên kurdistanî kir ku bibin yek û kongreya neteweyî li dar bixin û got ku ew ji bo Sûriyeyeke nenavendî û pirreng her amade ne diyalogê bikin.

Ebdullkerîm Sarûxan duh beşdarî merasîma bîranîna şehîdên Tîrmehê li Goristana Şehid Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo bû û di merasîmê de axaftinên girîng kirin.

Sarûxan di destpêka axaftina xwe de, got ku ew  xwedî çanda berxwedanê ne û hêza xwe ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digirin ku rêya azadiya gelan diyar kiriy.

Ji bo aştî û diyalogê amade ne

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ev tişt anî ziman: ʺJi bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê, pêkanîna aramî, aştî, avakirina Sûriyeyeke nenavendî, pirreng û bidawîkirina hemû komployên li dijî Sûriyeyê û taybet Bakurê Sûriyeyê, ew ji diyalogê re amade ne.ʺ

Divê kongreya neteweyî di demeke nêzîk de li dar bikeve

Der barê êrîşên li dijî başûrê Kurdistanê de ji aliyê artêşa tirk a dagirker ve, Sarûxan banga lidarixistina kongreyeke neteweyî ya kurdistanî bi awayekî lezgîn kir û wiha dewam kir: ʺDivê hemû hêzên kurdistanî li dor hev kom bibin û rêveberiyekê ava bikin da ku helwesta xwe ya siyasî der barê kiryarên ku bi serê kurdan de tên, zelal bikin. Her wiha kesên ku ji kongreya neteweyî ya kurdistanî direvin dê ji aliyê gelê me ve werin cezakirin.ʺ

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê têkildarî Efrînê jî ev peyam da: “Efrîn yek ji armancên me yên sereke ye, em dev ji Efrînê bernadin heta rizgarkirina wê ji artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê û vegerandina gel li ser axa xwe.ʺ