حركة المجتمع الديمقراطي

Rûspiyên Minbicê: Em ê heta dawiyê li dijî dagirkeriya Tirk parastina xwe bikin

484

Şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê diyar kirin ku ew gef û daxuyaniyên dijber ên Artêşa Tirk a dagirker derbarê ketina Minbicê qebûl nakin û gotin ku hebûna dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê ne rewwaya û dane zanîn ku ew ê heta dawî parastina xaka xwe bikin û piştgiriya hêza ew ji DAIŞ’ê rizgar kirin, bikin.

Daxuyaniyên dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina Efrînê zêde bûye, bi taybet piştî itîfaqa di navbera Amarîka û Tirkiyê de ku pêk hat. Şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Minbicê diyar kirin ku ew gef û dagirkeriya Tirk qebûl nakin.

Şêx Ibrehîm El-Şelal ku yek ji rûspiyên eşîra Benî Seyîd a Minbicê ye derbarê mijarê ev tişt anî ziman: “Em wekî şêxên eşîrên Minbicê bi tu awayî destwerdan û gefên dewleta Tirk ji xaka Bakurê Sûriyê û bi taybet Minbicê re qebûl nakin. Erdogan di aliyê lojîstîk û leşkerî piştgiriya komên çekdar dike. Bi vê yekê jî aramiya herêmê û bi teybat Minbicê binpê dike.”

El-Şelal di dawiya axaftina xwe de jî got ku gelê Minbicê yek deste  wiha got: “Em di bin sîwana Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de jiyan dikin. Em ê rê nedin dagirkeriya Tirk derbasî bajarê Minbicê bibe.”

Rûspiyê Eşîreya El-Bûbenda Şêx Hemîd El-Cedan jî derbarê mijarê ev tişt anî ziman: “Em destwerdana di xaka Minbicê de qebûl nakin. Şêniyên Minbicê di bin sîwana Rêveberiya Sivîl a Demokratîk de saziyên xwe birêve dibin. Di navbera pêkhateyan de tu cûdahî nîne. Ev 7 sal di ser şoreşa Sûriyê re derbas bûye û hîn jî aramî pêk nayê. Lê bi saya tekoşîna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şehîdên me, em îro bi aramî jiyan dikin. Çete dixwazin ewlekariya herêmên me binpê bikin. Lewma jî kiryarên li dijî qanûnên navdewletî pêk tîn in.”

Şêx Xalid El-Şiblî ku yek ji rûspiyên eşîra El-Xanim e derbarê mijarê ev tişt anî ziman: “Em şêniyên Minbicê ne, em ê rê nedin Erdogan ku derbasî herêmên me bibe. Em yek gel in, em hemû pêkhate bi hev re jiyan dikin. Bi saya berxwedan û tekoşîna şehîdên xwe me herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.”

Şêx Xalid El-Şiblî di dawiya axaftina xwe de pirsyar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema çeteyan serê şêniyên Mibicê jêdikirin, Erdogan li kur bû?Niha gelê me hatiye rizgarkirin û bi xwe rêveberiya xwe dikin, dixwazin bikevin Minbicê. Heta xwîn di canê me de hebe em ê rê nedin Erdogan ku derbasî herêmên me bibin.”

Şêx Fehe Ibrehîm ku yek ji rûspiyên eşîra El-Bûbitoş a Minbicê ne jî derbarê mijarê ev wiha axivî: “Dewleta Tirk beşek ji xaka Sûriyê dagirkiriye, hebûna wê li Sûriyê ne rewaye. Dewleta Tirk piştgiriya çeteyên mal û milkê gelê me didizin, dike. Mînaka Efrînê li ber çavane. Erdogan piştevanê herî mezin ê DAIŞ’ê ye. Wan ew derbasî xaka me kirin.”

Şêx Fehed Ibrehîm di dawiya axaftina xwe de jî got ku em ê rê nedin dagirkeriya Tirk ku derbasî xaka me bibin û wiha dom kir: “Em ê parastina xaka xwe bikin û rê nedin ku derbasî xaka me bibin.”