حركة المجتمع الديمقراطي

Şandeya Lubnanê serdana Kampa Berxwedan kir

567

Şandeya hiqûqnas û siyasetmedarên Lubnanê ku duh derbasî Rojava bibûn, serdana kampa Berxwedana kir.

Şandeyek ji huqûqnas û siyasetmedarên Lubnanê bi armanca piştgiriya gelê Efrînê hate Rojava. Şande ji bo şopandina reşwa şêniyên Efrînê yên li kampên Şehbayê hat Şehbayê.

Şandeya ji hiqûqnas û rojnamevan û bernamzeta berê ya hilbijartinên parlamantoya Lubnanê Nimet Bedredîn, parêzer û çalakvana siyasî Dona Calûk, hiqûqnas û pirsporê têkiliyên Kurd û Ermen Hano Maskoviyan, Seroka Weqfeya Çanda Civakî ya Newroz Henan Osman û çalakvana siyasî û berpirsa Weqfeya Jin Xezala Remo pêk dihat li kampa Berxwedan ji aliyê nûnerên Kongreya Star û TEV- DEM‘ê ve hate pêşwazîkirin.

Endamên şandeyê di serî de rewşa welatiyên û daxwaznameyên wan şopand.

Seroka Weqfeya Newroz a Çanda Civakî Newroz Osman ji ajansa me re diyar kir armanca wa ji serdana Rojava piştgiriya şêniyên Efrînê û şopandina rewşa wan e.

Henan anî ziman ku pêwîste rêxistinên mirovî rewşa welatiyên Efrînê ber çavan derbas bike ji ber derfetên rêveberiya xweseriya demokratîk kêm e.

Şande dê sibe serdana kompa serdemê bike