Rayedarên Wezareta Derve ya Sûriyê tevgera hêzên Tirkî û Amerîkî yên li derdora Minbicê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyeyê de ev tişt hatin gotin:
“Em hebûna hêzên Tirkî û Amerîkî yên li bejahiya Minbicê şermezar dikin û em hebûna wan bi awayekî tekez red dikin. Em vê çalakiya hêzên Tirkî û Amerîkî weke êrişkariyeke li dijî serwerî, yekîtî û aştiya welatê xwe dibînin.”
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku hebûna Tirkiyê û Amerîkayê ya li bejahiya Minbicê weke ‘binpêkirina eşkere ya biryarên Neteweyên Yekbûyî’ dibînin û ji rayagiştî ya navdewletî daxwaz hat kirin ku ev çalakiya Tirkiyê û Amerîkayê were şermezarkirin.