حركة المجتمع الديمقراطي

Hiqûqnaseke Lubnanî: Dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê nayê qebûlkirin

637

Çalakvana karûbarên mafên mirovan Dona Cehlûk diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê li kantona Efrînê di asta mirovahî, civakî û niştimanî de ti carî nayê qebûlkirin. Dona destnîşan kir ku serdana wan a Bakurê Sûriyeyê di çarçoveya ragihandina êşa welatiyên Efrînê yên li kampên koçberiyê de li ba aliyên siyasî yên Lubnanî ye.

Li ser vexwendina Kongreya Star û alîkariya bi hemleya di bin durişmeya “Ey gelî jinan ji bo Efrînê serî hildin” de duh şandeyeke hiqûqnas û siyasetmedarên jin ên Lubnanê gihîşt bajarê Qamişlo.

Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê hevdîtinek bi çalakvana siyasî û karûbarên mafên mirovan û hiqûqnasa Lubnanî Dona Cehlûk re pêk anî. Dona ku yek ji endamên şandeyê ye di derbarê serdana xwe ya li Bakurê Sûriyeyê de axivî.

Dona di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Hatina me ya bajarê Qamişlo li ser vexwendina Kongreya Star bû û em ê piştgiriya hemleya di bin durişmeya ‘Ey gelî jinan ji bo Efrînê serî hildin’ de bikin. Yek ji armancên me yên vê serdanê ew e ku peywendiya bi jinên Kurd re zêde bibe û rewşa jinên Kurd ji nêz ve bişopînin.”

Dona da zanîn ku gelek taybetmendiyên hevbeş di navbera gelên Rojhilata Navîn de hene û wiha domand: “Divê em kanalên peywendiyê di navbera civakên Rojhilata Navîn de xurt bikin û rê li pêşiya şerên li herêmê bigirin.”

Dona diyar kir ku ew ê berê xwe bidin kantona Şehba û bi welatiyên kantona Efrînê yên neçarî koçberiyê hatine kirin re bicivin û guhdariya daxwaz û êşa wan bikin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Em ê hewl bidin bala aliyên siyasî yên Lubnanê bikişînin ser doza welatiyên Efrînê da ku êşa Efrîniyan bi dawî bikin.”

Dona da zanîn ku yek ji sedemên sereke ya serdana wan a Bakurê Sûriyeyê ew e ku serdana jinên Efrînê bikin û êşa wan nas bikin û wiha pêde çû: “Em ê bi jinên Efrînê yên ku li ser destên çeteyên dagirker rastî îşkenceyan hatine re bicivin û alîkarî û piştgiriya xwe pêşkêşî wan bikin da ku vegerin malên xwe.”

Dona bang li gelên herêmê û giştî gelên cîhanê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û piştgiriya doza gelê Kurd li Efrînê bikin û li pêşiya azadiya gel nebin asteng.

Dona Cehlûk di dawiya axaftina xwe de got ku dagirkeriya Tirkiyeyê li kantona Efrînê ti carî nayê qebûlkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev dagirkerî di asta mirovahî, civakî û niştimanî de ti carî nayê qebûlkirin. Divê axa Efrînê ji welatiyên wê yên resen re vegere û li giştî Rojhilata Navîn demokrastî û aştî serwer be.”

Dona Cehlûk çalakvaneke karûbarên mafên mirovan û çalakvaneke siyasî ya Lubnanî û endameke damezrêner di Dîdargeha El-Tekamul a herêmî de ye. “Dîdargeh banga aştiyê di navbera gelên Rojhilata Navîn de dike.”