Kar û xebatên duyemîn kongreya Partiya Yekîtiya Suriyanî piştî gelek axaftin û nîqaşan bi dawî bû.
Îro di saetên sibê de duyemîn kongreya Partiya Yekîtiya Suriyanî li salona El-Rewabî ya bajarê Qamişlo bi dirûşmeya “Em ê ji bo mafê welatiyên Sûryanî û hemû pêkhateyan tekoşînê bidomîn in” hate destpêkirin.
Di kongreyê de axaftin hatin kirin û bang li hemû partiyên Bakurê Sûriyê hate kirin ku li hember hemû êrîşên derve yekîtiya xwe saz bikin.
Di kongreyê de her wiha rêziknameya partiyê nîqaş kirin û dane zanîn ku ew ê ji bo mafê suryaniyan û pêkhateyên din tekoşîna xwe mezintir bikin.
Piştî nîqaşan kongreya bi dawî bû.