حركة المجتمع الديمقراطي

Çanda civakên Kilanî bi pevguhertina ‘xwarinan’ berdewam e

654

Pevguhertina xwarinan di navbera cîranan de bi taybet di cejn û munasebetan de kevneşopiyeke gel a gevnar e. Welatiyên Tebqa jî weke bajarên din ên derdorê rê û resmên meha Remezana pîroz didin meşandin û cîran şîv û xwarinên fitarê pev diguherin.

Herêma Tebqa di meha Remezana pîroz de gelek kevneşopiyên xwe diparêze. Di vê meha pîroz de cîran şîv û xwarinên fitara pevdiguherin. Ev kevneşopî têkliya di navbera cîranan de nîşan dide û wateya hezkirinê diyar dike.

Dibe ku ev kevneşopî girêdayî serdema Neolotîk be ku endamên Kilan hilberîna xwe ya zêde belav dikirin û komkirin û malgirtin weke sûcekê digirtin dest.

Li bajarê Tebqa di dema fitara Remezanê de zarok şîv û xwarinan bi cîranan re pevdiguherin. Her wiha şîraniyên taybet bi herêmê jî pev diguherin. Sifreya fitara Remezanê ya her malbatekê gelek cûre xwarin li ser datên. Sifreya malbatên heman kolanê hema weke hevûdu ne.

Yek ji rêzdariyên meha Remezanê ku welatiyên Tebqa pêk tînin, birajtina goşt e. Welatiyên Tebqa ji bo li hemberî xizanan rêzdar bin goşt nabirêjin û tenê ji xwaringehan dikirin.

Her wiha yek ji kevneşopiyên welatiyên Tebqayê li ser rihê miriyên xwe qurbanan serjêdikin û goşt li xizanan belav dikin. Ev kevneşopî hêjî li ba malbatên xwenedan berdewam e.

Li ser sifreya meha Remezana pîroz ava sûsê cihekî girîng digire û weke vexwarina fermî ya vê meha pîroz e.

Yek ji xwarinên Tebqayê ku welatî di dema siharê de dixwin “Henînî” ye, Henînî xurme ne û bi rûnê sax hatiye kelandin û li rex wê dew tê vexwarin.

Welatiyên Tebqayê piştgiriyê didin zarokên xwe da ku rojiyê bikin û di rojên destpêka rojiyê de jêre dibêjin rojiya xezalan ango zarok dikarin heta nîvroj rojiyê bigirin û ji bo zarok rojiyên xwe berdewam bikin pereyan ji bav û dayîkên xwe werdigirin.