حركة المجتمع الديمقراطي

Komîn Ereb, Kurd, Siryan û Ermen an dike yek

663

Civaka ku bi hezaran sale bi sîstema desthilatdariya dewlet a yek kesî hatî rêvebirin, bi Şoreşa Rojava re li dora komînên ku bingehê demokrasi û jiyana hevbeş avakiriye, dibin yek.

Yekem civakbûyîn li Rojhilata Navîn hate avakirin, bi demê re sîstemên cûda cûda tê de desthilatdarî dane meşandin. Piştî serdema Neolotîk, civak bi desthilatdariya  sîstema baviksalarî hat rêvebirin. Piştî parçekirina ol a ji aliyê xelîfe û mezheban ve civak di aliyê baweriyê de hat parçe kirin. Demek dirêj civaka ku ji ber parçekirinên olî û mezhebî bedel da. Vê carê jî bi desthilatdariya feodalîzmê û netewperestiyê civak hat parçekirin.

Şoreşa Rojava bû bingeha rastiya civakê

Piştî Şoreşa Rojava cara yekem bingehê sîstemek ku hemû gel û bawerî xwe di nav de dîtin hat avêtin. Li Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ji beriya 7 salan ev  ev bingeha hatî avêtin roj bi roj rehê xwe di nava civakê de belav dike. Civaka ku bi sedan sale tê parçekirin û di bin mejiyê yek yekî de tê perwerde kirin bi Şoreşa Rojava re li dora sîstemek demokratîk dicivin.

Ev sîstema demokratîk a ku em qalê dikin ji avakirina komînan destpê dike. Civaka ku hertim bi gotina kesek yan jî fermanên jor jiyan dikirin, niha ji nava taxa xwe bi biryarên xwe jiyan dike. Lewma komînan avadike, pêwîstî, şert û  mercên jiyana xwe pêktîne.

Ji bo em sîstema demokratîk baş fêm bikin divê em destpêkê bizanin komîn û rêgezên wê çine. Komînên li Bakurê Sûriyeyê li gor cografiya taxan tên avakirin. Her 100-150 mal xwe didin hev û komînekî ava dikin. Bi vî şêweyî yekem rêxistina civakê tê avakirin. Di nava komînan de li gor pêwîstiyan 12 komîte tên avakirin. Ev komite ya Aborî, Lihevanîn, Parastin, Şaredarî, Tenduristî, Saziyên Kedkaran, Asayîş, Malbatên Şehîdan, Perwerde, Peywendiyên Civakî, Çand û Huner û Ragihandin in. Li gor dabeşkirina erkan komîte tên avakirin û xebatan di nava civakê de dikin. Bi vî awayî pêwîstî û rêxistina taxa xwe pêk tînin. Her taxekî meclîsek navendî ku komîn têde kom dibin û xwe bi rêxisitin dikin jî heye.

Yek ji van taxan jî Taxa Kornîş a Qamilo ye. Taxa Kornîş ji 58 komînan pêk tê. Ji van 58 komînan 3 komîn ên pêkhateyên Suryan û Ermen, 3 komîn yên pêkhateya Ereb û yên din jî komînên pêkhateyên Kurd û Ereb bi hev re ne.

Me jî wek Ajansa Hawar serdana komînên taxa Kornîş kirin û rewşa kar û xebatên wan, rêxistina pêkhateyan pirsî.

 ‘Di komînê de ferq di nava gelan de tune’

Yek ji komînên pêkhateyên Kurd û Ereb Komîna Ş. Berxwedan Betal e. Hevserokên vê komînê ji pêkhateyên Kurd û Ereb in. Hevseroka Komînê Salîhe Xidir Îbrahîm ku ji pêkhateya Ereb e, diyar kir ku di komînê ti ferq di navbera gelan de tine û wiha got; “Ji ber ku em hemû pêkhateyên vî welatî ne. Beriya ku komîn werin avakirin tu xizmet di nava taxan de nedihat kirin, piştî komînan pêdivî, xizmet û rêxistina gel di nava taxan de pêkhat.”

‘Bi komînan re jinan qalibên teng ên civakî şikandin’

Salîhe bal kişand ser rewşa jinan bi taybet jî jinên Ereb û da zanîn ku jin bi rêxistina civakî re hêdî hêdî ji qalibên edet û qalibên teng ên civakî derketin. Salîhe destnîşan kir, jina ku tenê erkê wê kiribûn xwarinçêkirin, niha rolê xwe di komînan de digire û nêrînên şaş ên di derheqê jinê de ji holê radike.

 ‘Me li vir destê xwe da hev’

Hevseroka Komîna pêkhateyên Ermen û Suryan a Ş. Athro (Sohdo H. Athro) Viyolet Hena ku ji pêkhateya Suryan e jî da zanîn ku di nava komînê de hevkarî heye û ev wan gelek keyfxwşe dike. Hevserokê Komînê yê ji pêkhateya Ermen Hemazasap Krpko Reban jî destnîşan kir ku  ew jî ji bo pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermenî dest bidin hev û bi hev re jiyan bikin di komînê de cih digre. Reban diyar kir ku ew di komînê de yekin û wiha pêde çû; “Em bi hev re jiyan dikin, ciwanên me bi hev re welat diparêzin. Eger ev sîstem berdewam bike pir başe, ji bo vê jî divê em xwedî lê derbikevin.”

 ‘Komîn cihê îradeya gel e’

Hevserokê Komîna Pêkhateya Kurd ê Komîna Ş. Fexrî, Hisên Berzencî da zanîn ku gelê me bi hezarên salane di bin hişmendiya kesekî û dewletê de hatiye rêvebirin û wiha axivî; “Hîn gelê me baş fêrî jiyana komînal nebûye. Ji bo fêrbûnê jî perwerde pêwîste. Ji bo ku bi salane wisan fêr bûye, hîn jî kesên din berpirsyar digire. Lê di rastiyê de komîn cihê îrade û biryarên gel e. Gel divê bizane komîn a her kesê di nava taxê de ye, herkes dikare fikrê xwe têde bîne ziman û biryarên taxa xwe bi xwe bide.”

 ‘Komînan rêxistina civakî avakir’

Rêveberê TEV-DEM’ê taxa Kornîş (Meclîs) Ednan Silêman jî da zanîn ku taxa Kornîş wek tabloyek mozaîke, ji her pêkhateyî tê de cih digire û xweşiya vê taxê jî bi mozaikbûna wê ye. Silêman diyar kir ku beriya sistema demokratîk, dewletê ferq dixist nava gel, heta gelê kurd bê nasname bû û gotinên xwe wiha berdewam kir; “Bi avakirina komînan re rêxistinek civakî hat avakirin. Her kesî bi awayek wekhev di rêxistinê de cih girt. Ji nêrîna herkesi re vekiriye.”