Rojnameya Ronahî, bi destpêka pêvajoya Şoreşa Rojava ve, piştî civîneke ji aliyê 8 rewşenbîran û rojnameyên her sê kantonên Rojava ve di 14‘ê Cotmeha 2011‘an de hate damezirandin. Rojname li ser piranasîpên Neteweya Demokratîkî, ragihandina heqîqetê weşangeriyê didomîne.
Hejmara 0 a rojnameyê di 16‘ê Cotmeha 2011‘an de derket. Rojname di wê demê de hefteyê carekê bi zimanê Erebî weşangerî dikir. Hejmareke ji 12 rûpelan pêk dihat û mijarê bîrdozî, ji ragihand, polîtîka, Kurdistan, Çand û Jiyan vedigot û diket destê 500 kesan.
Rojnameyê dikarî gavên mezin bi bavêje. Ji Rojnameya ku hefteyê carek weşangerî dikir, êdî hefteyê du caran weşanê dike. Hejmara çapê wê ji 500‘î derket 10 hezaran, her wiha ji 12 rûpelan derket 20‘an û li herêmên Bakurê Sûriyeyê tê belavkirin. Êdî kest dest hemû welatiyan. Di demeke kurt de hejmara kadroyên wê yên prfosyele zêde bûn û buroyên wê li gelek bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê hatin vekirin.
Niha jî amadekarî têne kirin ku bi awayekî rojane weşangeriyê bike.
Derbarê mijarê de, Edîtorê Beşê Kurdî yê rojnameya Ronahî Sîpan Can ev tişt anî ziman, “Piştî gavên mezin ku rojnameyê avêtin û li ser daxwaza xwendekaran ku bi geşedanên dawî rojane nas bikirin. Me biryar girt ku weşanê ji hefteyê du caran veguherînin rojna.”
Sîpan Can behsa astengiyê ku têne jiyankirin got,”Pirsgirêka me çapxane ye. Çapxaneya di destê me têrê nake ku hejmareke mezin û rojane çap bike. Li ser vê yekê rojname wê hefteyê du caran were çapkirin û rojên din wê li ser maplera elktronî weşanê bike. Her wiha amadekarî têne kirin ku çapxaneyeke mezin peyda bikin.”
Rêvebera beşê Erebî ya rojnameyê Sûzan Elî anî zima ku rojnameyê roleke girîng di şopandina geşedanên li ser asta Rojava û Bakurê de lîst û bûye dengvedana gel û neynina civakê.