Girêdayî geşedanên dawî yên li Sûriyeyê ajansa me ANHA’yê hevpeyvînek bi nivîskar û ronakbîrê Sûrî Elî EL-Emîn El-Siwêd re pêk anîn. El-Siwêd destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide berjewendiyên xwe di Sûriyeyê de pêk bîne û Rûsya jî hewl dide rêjîma Sûriyeyê weke berê vegerîne.

Hevpeyvîna bi El-Siwêd re wiha ye:

·  Li Sûriyeyê siyasetên guhertina demografîk li hin herêmên Sûriyeyê tên meşandin. Ev guhertina demografîk di asteke bilind û lezgîn de tê meşandin. Malbatên ji gundewarên Dîmeşq û Humisê tên koçberkirin û li Cerablûs, Bab, Ezaz, Efrîn û Idlibê tên bicihkirin. Hûn van siyasetan çawa dinirxînin û bi nêrîna we sedema vê yekê çi ye?

Bi dijwarbûna aloziya Sûriyeyê re, herdu rêjîmên Sûriye û Tirkiyeyê derfeta hevkariyê ji xwe re dîtin da ku li ser van bingehên jêrîn tevbigerin:

Yek: Rêjîma Sûriyeyê ji Tirkiyeyê dixwaze ku zextê li tabûrên opozîsyona Sûriyeyê zêde bike da ku pilanên xwe yên wergirtina parêzgeha Idlibê pêk bîne, weke ku çawa Tirkiyeyê beriya niha radestî El-Qaîdê ya terorîst kiribû. Her wiha piştrast bû ku serweriya Tirkiyeyê li ser hemû rayedar û serçeteyên komên terorîst ên weke Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam, Feyleq El-Şam û gelek komên din heye.

Du: Tirkiye pilan dike ku Kurdên Tirkiye û Sûriyeyê ji hevûdu cûda bike û dîwarekî mirovahî ji malbatên çeteyan di navbera wan de ava bike. Metirsiya Tirkiyeyê jî ew e ku Kurdên Rojava û Bakurê Sûriyeyê azad bibin û azadiya wan derbasî Tirkiyeyê bibe. Ji ber vê yekê Tirkiyeyê alîkariya bi rêjîma El-Esed re qebûl kir da ku welatiyên Sûriyeyê vegerîne bin serweriya rêjîmê bi destên Tirkiyeyê û Sûriye jî di Netewên Yekbûyî de giliya Tirkiyeyê neke ku Tirkiye destdirêjiyê li serweriya niştimanî ya Sûriyeyê dike.

·  Idlib, Cerablûs, Ezaz, Bab û Efrînê di rojevê de ne. Hin nûçe belav dibin ku rêjîm dê hemleyeke leşkerî li Idlibê dest pê bike û tevgera hêzên rêjîmê li Deşta El-Xab nîşana vê yekê ye. Hûn vê yekê çawa dinirxînin. Gelo çarenûsa malbatên ji Dîmeşq û Humisê hatine derxistin ber bi van herêman ve çi ye, nemaze ji ber ku rikberiya rêjîmê dikin?

Li gorî hevpeymanên Astana, sê rêzên xalên çavdêriyê li derdora parêzgeha Idlibê dê bêne avakirin: li aliyê rojhilat Îran, paşê Rûsiya di beşê navîn de û Tirkiye jî li aliyê rojava di nava kemberekê de bi panbûna 3 km.

Di qonaxa yekemîn de riya di navbera Heleb û Dîmeşqê dê bête vekirin û riya di navbera Seraqib û deriyê sînor Bab El-Hewa de dê ji aliyê balefirên Rûsyayê ve bête parastin û di aliyê bejahî de jî dê ji aliyê Cebhet El-Nusra yê terorîst (hevkarêTirkiyeyê) ve bête parastin

Di qonaxa duyemîn de, Tirkiye dê ji hemû komên çekdar bixwaze ku xwe bihelînin û di bin navekî berqûk de hêzeke nû ava bikin. Paşê jî dê veguherîne asayîşa sivîl û leşkerî li herêmên Idlibê û gundewarê bakurê Helebê.

Tevî ku rêjîm topbarana xwe li dijî sivîlan di bin hinceta şerê li dijî Cebhet El-Nusra de ranawestîne. Ev mijar jî da ku pilana Tirkiyeyê ya vegerandina giştî parêzgeha Idlibê ji rêjîmê re bê şerkirin pêk were.

Di qonaxa sêyemîn de jî koçberên başûrê Sûriyeyê dê ber bi bakurê Sûriyeyê ve bêne şandin û li ser sînorê di navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê de bêne bicihkirin.

Divê hemû koçber li mal û warê xwe vegerin. di komploya koçberkirinê de Beşar El-Esed û Erdogan hevkariya hevûdu kirin da ku pilana guhertina demografîk wiha pêk bînin:

Rêjîma El-Esed qanûna 10 derxist û li gorî vê qanûnê mal û milkên welatiyên hatine koçberkirin dê bêne desteserkirin. Heta eger koçber vegerin bajarê xwe li Dîmeşqê, mal û milkên xwe nabînin û dê di bajarên xwe de koçber jiyan bikin.

Rêjîma Tirkiyeyê jî dê rê li pêşiya koçberan bigire da ku di bajarên bakurê Sûriyeyê ku piraniya niştecihên wan Ereb in de bi cih nebin, weke ku li bajarê Babê kiriye û zextê li wan bike da ku ber bi herêmên Kurdî ve biçin û têde bi cih bibin, weke ku niha li Efrînê û gundewarê wê pêk tê.

Di vê derbarê de ez dixwazin piştrast bikim ku guhertina demografîk destdirêjiya li mal û milkên welatiyên Sûriyeyê armanc dike. Hewldanên Tirkiyeyê û hemû aliyên din di bicihkirina koçberên Sûriyeyê li şûna hin koçberên din ên Sûriyeyê sûceke mezin e û qanûnên navnetewî binpê dikin. Weke bicihkirina biyaniyan ên mezheba Şîayî li şûna koçberên Sûriyeyê li herêmên El-Xota û gundewarê Dîmeşqê.

·         Gelo sedema paşveçûna tabûrên opozîsyonê li hemberî hêzên rêjîmê li herêmên Dîmeşq û Humsê çi ye. Di dema ku di sala 2014’an de hêzên opozîsyonê serweriya nîvê Dîmeşqê û herêmên berfireh ji Humisê dikirin?

Hemû tabûrên çekdar ên opozîsyonê yên nerm paşve çûn û ji ber tunebûna armanceke wan a şoreşgerî û niştimanî ya zelal di têkoşîna çekdar de têk çûn. Her wiha ji ber tunebûna projeyeke Sûrî ya niştimanî ku li gorî wê saziyên siyasî yên Sûriyeyê yên niştimanî tevbigerin û ji ajandeyên dewletên dûr û nêzîk ve dûr bikevin. Yek ji sedemên têkçûnê bêbaweriya di nava gel de ye.

Di çarçoveya van şert û mercên behsa mijarê de ne pecan e ti tabûr li ber xwe bidin her çiqas hêza wê xurt be.

·         Li Idlibê bi taybet, bi dehan tabûr hene, hin ji wan terorîst in ên weke Cebhet El-Nusra, gelek çalakiyên kuştinê pêk tên. Gelo kî sedema van pirsgirêkan e. Di dema ku Tirkiye dibêje ku dê hemleyeke leşkerî li dijî Cebhet El-Nusra li Idlibê bide destpêkirin. Bi nêrîna we çarenûsa vê parêzgehê çi ye?

Beriya ku bersiva vê pirsê were dayîn divê hin xal bêne zelalkirin. Rêxistina El-Qaîdê di bin navê Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) de ew serweriya giştî li parêzgeha Idlibê û hin herêmên gundewarên Heleb û Hemayê dike.

Hemû tabûrên din ku weke tabûrên nerm tên binavkirin girêdayî rêveberiya Cebhet El-Nusra ne û evan tabûr weke alîkariyeke leşkeran dema ku dixwaze bikar tîne.

Hemû tabûrên ku “Artêşa Azad” jêre tên gotin, ti carî ne azad in û fermanên xwe ji rêxistina El-Qaîdê werdigirin.

Lê Eniya Rizgariya Sûriyeyê (Cebhet Tehrîr Sûriye), tabûreke ku hewl dide hebûna xwe li ser erdê biçespîne da ku di demên pêş de hin destkeftiyan werbigire û Tirkiye jî vê tabûrê weke amûrekî ji bo pêkanîna ewlehiyê û serweriya li ser riyên çûn û hatinê bike.

Ji ber vê yekê em hin pevçûnên di navbera Eniya Rizgariya Sûriyeyê û Heyet Tehrîr El-Şam de dibînin. Eniya Rizgariya Sûriyeyê dibîne ku ne ji mafê Cebhet El-Nusra ye destkeftiyên darayî bi wê re parve bike. Evan destkeftiyên darayî dê li hesabên emîran di bankên li derveyî herêmê de zêde dibin û di demên pêş de dê ji endaman xilas bibin û rêjîm dê xwe weke serkeftî nîşan bide, ango ne Tirkiye.

Tirk ti carî şerê Cebhet El-Nusra yê terorîst nake. Hemû kiryarên Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê nîşan didin ku hevkariya di navbera Tirkiye û Cebhet El-Nusra de her diçe zêdetir dibe. Di van demên dawî de jî kujerê apê xwe serçeteyekî Cebhet El-Nusra Yûsif El-Hecir di kanala El-Cezîrê de eşkere got ku Tirkiye hevkarê Cebhet El-Nusra ye.

· Hûn destwerdana Tirkiyeyê di Sûriyeyê de û bi taybet li koşeya bakurrojavayê Sûriyeyê û herî dawî li Efrînê çawa dibînin. Nemaze li rex pirsgirêkên hundirîn ku jiyan dike. Gelo evan destwerdan dê çi encaman bi xwe re bînin? Tirkiye êdî li ber deriyên Helebê ye, piştî ku xaleke çavdêriyê li devera El-Raşîdîn ava kir. Gelo pilanên ku Tirkiye û Rûsya di Sûriyeyê de dihûnin çi ne? gelo rola Îranê di vê yekê de çi ye? Li gorî helwestan diyar dibe ku Îran ji vê yekê ne razî ye. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Destwerdanên Rûsya û Tirkiyeyê li koşeya bakurrojavayê Sûriyeyê di çarçoveya hevpeymaneke di navbera rêjîma û Tirkiyeyê de ku di bersiva pirsên jorîn de hatiye kirin, pêk tê. Li vir divê xaleke din bête zelalkirin.

Bê guman Rûsya naxwaze rola Îranê li vir xurt bibe û ew dijberiya derketina Îranê ji herêmê nake. Tevî ku derxistina Îranê ji herêmê nayê wateya qewitandina milîsên Şîayî ji Sûriyeyê, ji ber ku evan milîs jî komên çete ne û girêdayî aliyê ku alîkariya wan dike ne û divê bi durişmeyên mezhebî yên radikin mirov neyê xapandin.

· Gelo Rûsya, Tirkiye û Îranê dê hevpeymanên xwe li herêmê dûrî Emerîka berdewam bikin? Gelo dagirkeriya Tirkiyeyê li herêmê dikeve berjewendiya Emerîka yan di berjewendiya Rûsya û Îranê de ye? Nêrîna we di vê derbarê de çi ye?

Paşeroja Îranê li herêmê êdî dest bi payîza xwe ve ye, eger em nebêjin di payîzê de ye. Rûsya ne amade ye parastina Îranê bike. Dibe ku helwesta Rûsya û Emerîka ji bo derxistina Îranê hevbeş be, nemaze bi zexta Emerîka ya eşkere û bêdengiya Rûsyayê. Lê rola Tirkiyeyê di vê derbarê de sînordar e û hewl dide berjewendiyên xwe bi guhertina demografîk pêk bîne. Li vir ez dibêjim ku êdî Tirkiyeyê bê îrade ye, piştî ku Erdogan xwe firot Rûsyayê da ku rêjîma wî were parastin.

· Gelo Sûriye ber bi ku derê ve diçe. Sedema kûrbûna aloziya Sûriyeyê çi ye. Çima çareseriyek ji vê aloziya Sûriyeyê re nayê peydakirin?

Êdî eşkere ye welatiyên Sûriyeyê çarenûsa xwe winda kirine. Meqseda min li vir ew e ku hemû welatiyên Sûriyeyê û di nava wan de rêjîm ji ser heta piyên xwe. Sedema vê yekê jî tunebûna projeyeke niştimanî ya şoreşgerî ye ku hemû welatiyên Sûriyeyê piştgiriya vê projeyê bikin û ji bo azadiya xwe beşdarî xebatên şoreşgerî bibin. Her wiha îspat bû ku piraniya xebatkarên di nava şoreşê de xwe bi hin dewletên alîkar ve girêdan û bi bêkanîna berjewendiyên dewletên alîkar dê bibe destpêka pêkanîna berjewendiyên şoreşa Sûriyeyê hatin xapandin.

Eşkere ye ku Rûsya hewl dide dewleta Sûriyeyê li gorî nêrîna xwe ji nû ve ava bike.