Lee Brickley çalakvan û stranbêjeke Inglizî di salên xwe yê 30‘yê de, piştî lêhûrbûneke kûr li ser fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pê bandor dibe û bi stranekê piştgiriya xwe ya bi gelê Kurd nîşan bike. Li ser vê yekê stranekê bi navê “Ocalan” nivîsî. Brickley di strana xwe de, têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedibêje û diyar dike ku Ocalan kesayeteke şoreşger e, li hemberî neheqiya li ser Kurdan tê kirin têdikoşe, her wiha banga azadiya jin û gelên bindest dike. Di stranê de, detaiyên komploya li ser Ocalan ji Îtalî, ta Kîniya û herî dawî Tirkiyê vedibêje.

Derberê nasîna xwe ya bi Ocalan Lee Brickley dibêje, “Dema ku min li pergalên siyasî lêkolîn dikir, konfederaliya demokratîk û fikrê Ocalan bala min kişand. Li ser vê yekê hirmeta min a li hemberî Ocalaln wekî şoreşgerî çêbû. Min xwest straneke li ser Ocalan çêkir, da ku balê bikşînim li ser têkoşîna wî.”

Brickley, piştgiriya xwe ya bi doza gelê Kurd tîne ziman û di heman demê de dagirkeriya Tirkiyê ya ji bo Efrînê şermezar dike û wiha têne ziman, “Baweriya min bi doza gelê Kurd tê, bi hêvî me ku mafê xwe ye di Konfederaliya Demokratîk de bi dest bixin. Her wiha ez kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê şermezar dikim, dibînim ku erka civaka navdewletî ye ku Kurdistanê biparêze.”

Lee Brickley diyar kir ku ew di nava du mehan de albumekî bi navê “Stranên diyarî Rojava” derxîne. Lînka albuma Lee Brickley ku hîna  temam nebûye ev :

https://www.fundsurfer.com/crowdfund/new-album-songs-for-rojava#.WwWa8Me-BVI.facebook

linka strana li ser Ocalan ev e: Ocalan – Music Video – GerilaTV