Rûspiyên eşîran û hevserokên sazî û meclîsan ên rojhilatê Reqayê derbarê dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê re û guhertina demografî li herêma Kermê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Sûriyê bi giştî û Efrînê bi teybetî hate şermezarkirin.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê meclîsa Bajaroka El-Cideydat Îbrehîm El-Hidnî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Li Efrîna me ya delal pîlanên qirêj pêk tên. Şêniyên wê bûne qurbaniyên vê pîlanê. Dewletên dagirker ji bo berjewendiyên xwe yên dagirkeriyê pêk anîn. Dewletên navdewletî û herêmî bi van pîlanan dixwazin xaka Sûriyê careke din dagir bikin. Ev siyaset bi taybet ji aliyê Erdogan ve pêk tên, ew dixwaze careke din serdema Osmaniyan li herêmê vegerîn e. lewma siyasetên faştist pêk tîne, çeteyan û socadarên li dijî mirovahiyê li Bakurê Sûriyê bi cih dikin.  Çeteyan wekî alaveke di pêkanîna siyasetên xwe yên qirêj di Sûriyê û bi taybet li Efrînê û tevahiya Bakurê Sûriyê bikar tîn in.

Lê dê xewnên Erdogan ên şaş tu carî pêk neyîn. Ji ber hîn şoreşa me didome. Qehremanên Sûriya demokratîk tekoşîna xwe ya ji bo rizgarkiria herêmê ji dagirkeran didomîn in. Rojane şer û çalakî têne lidarxistin. Di encamê de çeteyên Tirk û leşkerên wan ên ji xwe re qebûl kirin bibin alava di destê Erdogan de, têne kuştin.

Em wekî civaka sivîl û eşîran, her wiha rêveberiya demokratîk siyasetên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka xwe şermezar dikin û qebûl nakin. Civaka navdewletî û deseyên NY, Konseya Ewelkariyê ya navdewletî û rêxistinên mirovî ji tiştê li Efrînê pêk tê berpirsiyar in. Demografiya herêmê didin guhertin. Em li ser xwe tekez dikin û dibêjin ku divê hemû civaka Sûriyê bi giştî û Barkuê Sûryiê bi taybetî li dijî siyasetên wan hevgirtina xwe bi hêz bikin. Wiha jî li dijî pîlanên wan ku li dijî me têne pêkanîn derkevin. Em bi hev re dest bi dest, herêmên xwe rizgar bikin.

Bi navê şêniyên herêma Keramê û hemû saziyên wê em berxwedana Efrînê silav dikin û em dibêjin ku em ê tekoşînê bi we re bidomîn in heta bajarê me yê Xweşik Efrînê rizgar bibe.”

Piştî xwendina daxuyaniyê bi dawî bû, beşdaran bi diruşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.