Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve istixbarata Tirkiyeyê bi hemû rêbazên xwe hewl dide derbeyan li îradeya gelan û pêkhateyên wê yên herêmê bide û tevliheviyê derbixîne û bi vê armancê hin kesên Kurd ber bi xwe ve anîn da ku xiyaneta gelê xwe bikin.

Dewleta Tirk bi rastî karibû hin kesan ber bi xwe ve bîne û wan bi dolaran bixapîne û ji destpêka şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an ve dest bi rêze-xiyanetên xwe kirin. Bajarokên Til Eran û Til Hasil, taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, Serêkaniyê û herêma Efrînê li hemberî xiyaneta wan şahid in.

Hemû komên danûstandina dewleta Tirk kirine, komên girêdayî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ne. evan koman hevkariya komên terrorist ên weke Cebhet El-Nusra kirin da ku li dijî Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin êrîşan pêk bînin.

Ajansa me ANHA’yê dîmenek bi dest xwe ve anîn têde piştrast dibe ku destên van komên girêdayî ENKS’ê di êrîşên li dijî destkeftiyên gelê Kurd li Bakurê Sûriyeyê bi giştî û li Efrîn û Şêxmeqsûd bi taybet de hene. Êrîşên ku di encamê de bi sedan welatiyên sivîl şehîd bûn û bi sedhezaran hatin koçberkirin.

Di dîmen de diyar dibe ku tabûrên Selahedîn û Azadî li rex çeteyên Tugaya Şuheda Bedir ku bi “Tugaya Heyanî” tê nasîn tevdigerin û li dijî taxa Şêxmeqsûd êrîşan pêk tînin. Evan komên çete êrîşên xwe ji devera Muxaberat a di navbera taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd de dest bi êrîşên xwe li dijî welatiyên taxê dikin. Tugaya Heyanî bi çalakiyên talan û diziyê di bajarê Helebê de navdar e.

Di dîmen de wênekêş bi hevalê xwe bi zimanê kurdî diaxive û gazî hevalê xwe Rênas dike. Rênas jî bersiva wî wiha dide: “Lehengên Birc Ebdela (gundekî Efrînê) û ehrarên tabûar Selahedîn.” Her wiha bi zimanê Erebî jî gotinên kirêt ji Meclîsa Gel a Rojava re dibêjin bêyî rêjîma Baasê bînin ziman ku îdîa dikin ku ew li dijî rêjîmê ne.

Endamên beşdarî êrîşa çeteyên Heyanî bûne gazî hevûdu dikin û dibêjin “bira” û di bin ala çeteyan de “Alah û Ekber” bang dikin.

Nûçegihanê ANHA’yê serdana devera ku çeteyan jê taxa Şêxmeqsûd topbaran dikirin kir û asta hovîtiya çeteyan li dijî welatiyên sivîl û hilweşandina wan ji malên sivîlan re ragihand.

Komkujiya Til Eran û Til Hasilê

Eger em hin buyerên dema borî bi bîr bînin, ango beriya buyerên taxa Şêxmeqsûd, diyar dibe ku evan kurdên li jor behsa wan hatiye kirin destên wan di komkujiya 27’ê tîrmeha 2013’an de li bajarokên Til Eran û Til Hasilê de hene.

Bi dehan tabûrên çeteyan û di nava wan de Cebhet El-Nusra û tabûrên girêdayî ENKS’ê di 25’ê tîrmeha 2013’an de êrîşî navçeya Til Eran û bajaroka Til Hasil kirin û di 27’ê heman mehê de komkujiyek li dijî welatiyan pêk anîn û têde bêtirî 40 welatiyên sivîl bûn qurbanî û di nava wan de 7 welatiyên sivîl hatin serjêkirin.

Tabûra Azadî ku ji aliyê secrete Azad Şehbo yê ji bajaroka Til Eranê ve tê birêvebirin, beşdarî komkujiyê bibû. Azad Şehbo kurê efserekî berê yê rêjîma Sûriyeyê ye û destên wî di komkujiya li dijî welatiyên navçeya xwe de hebûn.

Piştre evan tabûrên girêdayî ENKS’ê bi hevkariya Tugaya El-Tewhîd berê xwe dan herêma Efrînê da ku dagir bikin, lê bi saya fedekariya şervanên YPG’ê û YPJ’ê herêmê ji hovîtiya wan hate parastin û ziyanên mezin gihandin van komên çete.

Ji aliyê istixbarata Tirkiyeyê ve hatin perwerdekirin

Piştî ku êrîşên van komên çete li dijî taxa Şêxmeqsûd û Efrînê têk çûn, dewleta Tirk rêbazên nû bikar anîn û evan komên çete ji ber çavan winda kirin û birin “Başûrê Kurdistanê” û li vir koma di bin navê “Pêşmergeyên Rojava” ava kir û perwerde kirin.

ENKS’ê ku fermanên xwe ji dewleta Tirk werdigire îdîa kir ku ev kom dê cihê xwe li şûna YPG’ê bigire û dê daxwazên gelê Kurd li Rojava pêk bîne, lê gelê Rojava bi keysbaziya wan nehat xapandin û hatina vê komê bi tamamî red kir.

Ev kom li ser destên artêşa Tirk li baregehên wê yên li Başûrê Kurdistanê hate perwerdekirin. Di dîmenekî de ku beriya niha hatiye weşandin eşkere dibe ku serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Ehmed Dawûd Oglû beşdarî merasîma bi dawîkirina perwerdeyeke Pêşmergeyên Rojava dibe.

Beşdarî dagirkirina Efrînê bûn

Rola kesên xayîn ên Efrînê jî di dagirkirina wê de hebûn, piştî ku li Tirkiyeyê hatin perwerdekirin vegeriyan û beşdarî êrîşa li dijî welatiyên herêma xwe bûn û rê li pêşiya dagirkerên Tirk vedikirin, nemaze ji ber ku çeteyên girêdayî Tirkiyeyê ciyografiya herêma Efrînê nas nakin.

Rola çeteyan di derxistina welatiyên Efrînê de ji malên wan bi darê zorê û kuştina jin û zarokan mezin bû.

Kesê bi navê Azad Şehbo di êrîşên li dijî Efrînê de careke din derket holê û di hin dîmenan de diyar dibe ku Azad Şehbo sînor li pêşiya dagirkerên artêşa Tirk vedike û çarenûsa welatiyên herêma xwe di berçavan re derbas nake. Piştre tank û panzêrên dagirkeriya Tirk derbasî axa Efrînê dibin.

Ala Başûrê Kurdistanê li Efrînê jî weke Serêkaniyê qedexe kirin

Di Nîsana 2012’an de di dîmenekî de diyar dibe ku çete derbasî bajarê Serêkaniyê dibin, çete şerê hin çeteyên ENKS’ê dikin ji ber ku ala Başûrê Kurdistanê rakirine û gotinên kirêt ji wan re dibêjin.

Heman dîmen beriya çend rojan li Efrînê dubare dibe û têde komeke çeteyan li qada Azadî ya bajarê Efrînê kom dibin û di nava wan de serokê karîgeriya çapemeniyê ku ew jî Kurd e, bi awayekî fedok aleke biçûk di nava alên çeteyan û Tirkiyeyê de radike. Li gorî hin çavkaniyan ev kesê ku ala Başûrê Kurdistanê rakiriye di demeke pêş de ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve hatiye girtin û ji ber vê buyerê rastî îşkenceyeke giran hatiye, tevî ku evê dawî propagandeya êrîşa artêşa Tirk a dagirker li dijî Efrînê dikir.