Li gorî serjmaniya ku ANHA’yê ji çavkaniyên Efrînê bi destxistine, ji 5’ê Gulanê ve, hezar û 139 malbatên çeteyan ên ji gundewarên Şamê, wekî Xûtaya Rojhilat, Qelemûn, Dimêr Muedemiya û Bebîla, Risten û Telbîse yên gundewarên Humisê li gundên herêma Cindirêsê û navçeyên Şêrawa û Mabata hatin bi cihkirin.
Hate gotin ku gelek gund veguherîne herêmên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker û qedexeye tu kes derbasî wan bibe.
Li gorî bîlançoyê:
Herêma Cindirêsê:
1-Telef: Herêma leşkerî ye, qedexeye ti kes derbasî wê bibe.
2-Kefer Zeyt: hejmara malan 150, 4 malbatên ji Xûtayê hatin bichikirin.
3-Kanî Gewrik: Herêma leşkerî ya Tirkiyê.
4-Gundê Qicûma: Hejmara malan 35, 5 malbat ji Xûta lê bi cih bûne.
5-Gundê Aşkana Rojhilat: 80 mal in, 3 malbat ji Xûtaya Rojhilat lê bi cih bûne.
6-Gundê Gewrikê: 160 mal in, 7 malbat ji Xûtayê lê bicih bûne.
7-Gundê Feqîra: Hejmara malan 80, 15 malbat ji Humis, 5 jî Xûtayê lê bi cih bûne.
8-Gunêd Bircikê: 30 mal, 4 malbat ji Humisê lê hatin bicihkirin.
9-Gundê Meska Jorîn: 57 mal, malbatek ji Xûtayê lê bi cih bûye.
10-Gundê Dêr Belût: 100 mal, 10 malbat ji Humisê lê bi cih bûne.
11-Gundê Dîwan: 25 mal, 18 malbat ji Humis û Xûtayê bi cih bûne.
12-Gundê Celeme: 930 mal, ji Xûta 100 malbat û ji Humisê 25 malbat lê bi cih bûne.
13- Gundê Çeqala: 40 malbat ji Xûtayê lê hatin bi cihkirin.
Navçeya Şêrawa:
1-Gundê Şadîra: Hejmara malan 160 in, 6 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.
2-Gundê Xerzawiya: 400 mal, 200 malbat ji Xûta, 15 ji Dûma û 3 ji Qibtan Cebel a li gundewarê Helebê lê bi cih bûne.
3-Gundê Birc Ebdula: 350 mal, 50 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.
4-Gundê Basûta: 460 mal in, 110 malbat ji Xûtayê lê hatinê bicihkirin.
5-Gundê Basûfan: 250 mal in, 50 malbat ji Xûtayê hatin bi cihkirin.
6-Fundê Birc Heyder: 150 mal in, 30 malbat ji Xûta û Nebik lê bi cih bûne.
7-Gundê Berad: Hejmara malan 450 ne, 20 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.
8-Gundê Birc Silêman: 30 mal in, 8 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.
Navçeya Mabata
1-Gundê Mîrkan: 50 malbat ji Xûtayê lê bicih bûne.
2-Gundê Sariya: 4 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.
3-Gundê Habo: 9 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.
4-Gundê Şeytana: 6 malbat ji Dûmayê lê bi cih bûne.
5- Gundê Gewrika Jêrîn: 3 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.
6- Gundê Gewrika Jorîn: 4 malbat ji Xûta lê bi cih bûne.
7-Gundê Erba: 18 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.
8-Gundê Bedîna: 23 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûn.
9-Gundê Dimiliya: 9 malbat ji Xûtayê ji Xûtayê lê hatin bi cihkirin.
10-Gundê Gemrûk: 13 malbat ji Xûtayê gund bi cih bûne.