Xiyas Neîse evan daxuyaniyên xwe di hevpeyvînekê de bi Ajansa me ANHA’yê re ya di derbarê rewşa Sûriyeyê ya dawî û bi taybet piştî  li darxistina konferansa Astana 9 û dagirkeriya Tirkiyeyê li kantona Efrînê bi erêkirineke navnetewî de anî ziman. Neîse diyar kir ku divê hemû hêzên şoreşgerî destên xwe bidin hevûdu û sîstema demokratîk û piralî ava bikin da ku karibin şerê dagirkeriyê bikin. Neîse berpirsiyariya hilweşandin û koçberkirina van heft salên borî li Sûriyeyê xist ser milên rêjîma Sûriye û Rûsyayê.

Beşê duyemîn a hevpeyvîna bi Xiyas Neîse re ev e:

1-      Gelek proje li ser maseya herêmî û navnetewî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê hatin pêşniyarkirin, herêmên kêmpevçûn, Federalî, lihevhatin, vegera li hembêza welat, hemû bi awayekî berfireh hatin gotûbêjkirin. Bi nêrîna we projeya herî guncaw ji bo paşeroja Sûriyeyê kîjan e da ku rûmeta hemû pêkhateyan û mafên wan di azdiyê de biparêze?

Projeyên çareseriyê yên têkçûyî di bingeh de xwe dispêrin berjewendiyan

Gelek proje hatin pêşniyarkirin û di çarçoveya guhertinên şeklî di pergala rêjîma heyî de sînordar bûn û hewl dide rêjîmê ji nû ve pêşbixîne û ji nû ve ava bike. Evan proje karîste bûn û dem û geşedan derbas kirin.

Hêzên opozîsyonê yên girêdayî dewletên herêmî gelek proje pêşniyar kirin. Encûmena Niştimanî û Koalîsyona Niştimanî projeya wan bi giştî ew e ku cihê xwe di şûna rêjîmê de bigire bêyî ku guhertinekê di rêjîmê de çêbike. Bê guman evan proje derbeyeke giran li dijî şoreşa gel û daxwaza wê bû û heta di pratîkê de jî têk çû.

Hin projeyên din hene ku banga avakirina sîstemekê weke sîstemên li Îraqê piştî dagirkeriya Emerîka li Îraqê di sala 2003’an de yan sîstema Lubnanê ango rêjîmeke li gorî parvekirina mezhebî dikin. Bê guman evan proje jî li hemberî cangoriyên şoreşa Sûriyeyê û armanca wê di azadî, wekhevî, rûmet û dadweriyê de derbeyek bû û di naveroka van projeyan de tova şerê navxweyî û parçekirina di nava civakan de di nava xwe de vedişêre.

Di derbarê me de ango Şepêla Çepgira Şoreşkerî ku me di Cotmeha 2011’an de pêşniyar kiriye, bernameya me banga avakirina hikûmeteke şoreşgerî ya demkî dike û yek ji armancên wê ew e ku hilbijartin bi awayekî zelal û azad pêk werin da ku komeleyeke damezrêner li ser bingeha rêjeyî were hilbijartin û têde piralî û rengîniya civakên me were parastin. Ev komeleya damezrêner dê karibe şêwaza siyasî û sîstema demokratîk û civakî ya hêvîdar ava bike. Ji ber ku rêxistina me nû ye, guhdariya me nehat kirin.

Federalî yekîtiya Sûriyeyê ya parçekirî ava dike

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakurê Sûriyeyê projeya “Federalî” pêşniyar kir. Ev proje ji aliyên opozîsyonê ve şaş dihat fêmkirin û şîrovekirin.

Ez ê vê mijarê hinekî berfireh zelal bikim. Dema projeya “Federaliya” demokratîk hate pêşniyar kirin, Ezmî Bişara derket ser ekrana telefîzyona El-Cezîrê û ev proje red kir û hemû xebatên federalîkirin şermezar kirin, piştre helwestên dijber ji aliyê opozîsyona “lîberal”, “Ixwancî” û “netewperest” ve li pey hevûdu hatin.

Evan aliyên behsa mijarê projeya federaliya siyasiya demokratîk weke projeya parçekirinê binav kirin.

Hin caran helwesta wan derdiket asta heqaretê weke mînak çalakvanek dipirse: “Eger Federalî li Sûriyeyê pêk were gelo pêdiviya çûndina mirovan ji Dîmeşqê ber bi Qamişlo ve bi vîza heye?” îcar li vir nenaskirin û hincaran niyeta xirab û gelek caran fêmreşî ji fêmkirina mijara federaliyê re heye. Federalî biwêjeyeke siyasî ye û wateya wê “hevgirtin” e. Ango tiştên hatine parçekirin kom dike û yekîtiyê ava dike û ne parçekirina tiştê hevgirtî ye.

Eger em li rewşa Sûriyeyê ya trajedîk temaşe bikin, em bibînin ku Sûriye di nava  herêmên serweriyê de parçekirî ye û heta asteke bilind ev 6 sal in ji hevûdu dûr ketine.

Di encamê de, ez pêşniyara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ya federaliya li seranserî Sûriyeyê baş nas dikim, lê bi nêrîna min divê baş were şîrovekirin û mijar ji welatiyên Sûriyeyê re were ronîkirin û di çarçoveya tecrûbeya şoreşa gelê me û berjewendiyên wê û pêdiviyên wê yên paşerojê de were xebitandin. Her wiha xebat bête meşandin da ku gel û hêzên wê yên paşerojê werbigrin û rê li pêşiya yekîtiya welat ji nû ve li ser bingeheke siyasî, civakî û demokratîk vebike.

Bêyî misogerkirina mafên hemû pêkhateyan çareseriya siyasî tune ye

Baweriya min temam e ku ne pêkan e çareseriyeke “siyasî” demokratîk û civakî di Sûriyeyê de pêk were bêyî ku mafên netewî yên gelê Kurd û hemû netewên din bêne naskirin. Her wiha ez bawer dikim ku paşeroja demokrasî û azadiyê di welatê me de girêdayî çareserkirina doza Kurdî li hemû welatên ku Kurdistan parçekirine ye.

Paşguhkirina vê mijarê, weke ku hin aliyên opozîsyona şovenîz û rêjîmê didin meşandin, derfeta bidawîkirina şer lawaz dike û rê li pêşiya avakirina sîstemeke demokratîk ji bo hemû welatiyên Sûriyeyê li giştî axa Sûriyeyê digire. Bêyî çareseriya demokratîk a doza Kurdî demokrasî li welatê me pêk nayê.

Ji ber vê yekê, şêwazekî federaliyê yan nenavendiya siyasî pêwîst e da ku yekîtiya civakan li ser axa Sûriyeyê li ser bingehên demokratîk pêk were û rê li pêşiya geşbûna welatiyan vebike tevî hemû rengîniya netewî, olî û etnîkî.

2-      DAIŞ ber bi tunebûnê ve ye û Hêzên Sûriya Demokratîk ber bi hemleya xwe ya dawî ya li dijî DAIŞ’ê di Sûriyeyê de ye. Gelo hûn guman dikin ku piştgiriyeke navnetewî ji bo şerê li dijî Heyet Terîr El-Şam û tabûrên radîkal ên weke Partiya Îslamî ya Tirkistanê û Ehrar El-Şam ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin pêk were. Yan evan hêzên leşkerî dê weke hincet di demên pêwîst de bêne bikaranîn?

Armanc û pilana Tirkiyeyê destdirêjiya li tecrûbeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye

Rast e ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) di aliyê leşkerî de heta asteke bilind têk çû, bi taybet piştî têkçûna wê yê mezin li pêşiya berxwedana efsaneyî li Kobanê û piştre rastî rêzetêkçûnan hat û pişta wê hate şikandin. Serweriya DAIŞ’ê di salên 2013 û 2014’an de nîşaneke berbiçav bû û nîşana paşveçûna tevgera şoreşgerî û têkçûna şoreşê bû. Lê ji ber sedemên siyasî, aborî û civakî ku hişt DAIŞ û yên weke wê xurt bibin, atmosfêra berdewama rêxistinên faşizm yên nû peyda bû.

Di derbarê Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ya terorîst de, kombûna piraniya tabûrên wê di Idlibê de hişt ku mijar veguhere dagirkeriya Tirkiyeyê û tenê du vebijêr li pêşiya wê hene: yan dê di bin fermana dagirkeriya Tirkiyeyê de tevbigere weke tabûrên çete yên din yan jî dê bi darê zorê tune bikin. Çalakiyên teqîn û kuştinan nîşana vê yekê ye. Dimîne mijar ew e ku DAIŞ û El-Nusra weke hincet ji aliyê dewletên herêmî û navnetewî ve bêne bikaranîn da ku destwerdana xwe ya leşkerî di hundirê welat de bikin. Piştgiriya bi El-Nusra û tabûrên çete re armanca wê tenê ew e ku destdirêjiyê li Bakurê Sûriyeyê û rêveberiya wê ya xweser bikin.

Di heman demê de, Idlib veguherî kampeke mezin a koçberên sivîl û leşkerên radîkal ên ji seranserî herêmên Sûriyeyê û tevî ku herêmeke biçûk e nêzî 3 milyon kes têde hatine komkirin û li hemberî teqînê di her bîstikekê de rû bi rû ye û eger biteqe dê bi ser çavên hemûyan de were ev jî daxwaza Tirkiyeyê ye da ku projeya demokrasiyê têk bibe.

3-      Rewşa opozîsyonê ne ji ya DAIŞ’ê baştir e, rêjeya serweriya wê li ser axa Sûriyeyê kêmtirî ji sedî 40 e û hemû di bin serweriya Tirkiyeyê de ye û li van herêman siyaseta Tirkkirinê tê meşandin, ango heman siyaseta di serdema Osmaniyan de dihat meşandin. Her wiha metirsiya zêdekirina van herêman li nexşeya Tirkiyeyê heye. Eger ev senaryo pêk were, gelo rêjîma ku hevkariya Rûsyayê dike –dagirkeriya Tirkiyeyê erê dike – yan çeteyên li rex dagirkeriya Tirkiyeyê derbas bûne, sedema vê yekê ne? Gelo encamên vê yekê li ser nexşeya Rojhilata Navîn a nû çi ne?

Hevgirtina hêzên Sûriyeyê yên şoreşgerî û avakirina sîtema demkratîk û piralî

Bi nêrîna min xema rêjîmê ya sereke mayîndeya xwe di desthilatdariyê de ye, her çiqas li beşekî Sûriyeyê be. Pirsgirêka wê bi herêmên ji bin serweriya wê derketine ye û li hemberî mayîndina wê di desthilatdariyê de metirsîdar bû. Alîkariya Rûsya û Îranê bi rêjîmê re rê ji wê re vekir ku serweriya xwe li gelek herêmên di bin serweriya opozîsyonê de ne vegerîne, nemaze li gundewarên Dîmeşq, Humis û Hemayê. Rêjîm guh nade vegerandina serweriyê li herêmên din tenê eger bandorê li mayîndina wê bike. Ji ber vê yekê ew ji hemû koalîsyon re amade ye. Car bi car dema ku rêjîm dibîne derfet hatiye serweriya xwe bi awayekî hovane firehtir dike.

Di derbarê Tirkiyeyê de, ez berûvajî gelek aliyên opozîsyonê dibînim, ew e ku dagirkeriya Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê re ne demkî ye û artêşa Tirkiyeyê bi dildarî ji welatê me dernakeve. Nemaze tecrûbeyên dîrokî  li (Îraq, Qubris û Iskenderon) li ber çavan e û piştrast dike ku Tirkiye herêmên ku derbasî wan dibe bi dildarî dernakeve. Her wiha her tim di herêmê dagir dike de guhertina demografîk pêk tîne û her tim herêmên dagir dike bi siyasetên xwe yên siyasî, aborî, çandî û rêveberî ve girê dide.

Dagirkeriya Tirkiyeyê niha di bin navê “Artêşa Niştimanî” de komên çekdar ên mezhebû û radîkal kom ser hevûdu dike. Evan komên çete jî fermanên xwe ji rêjîma Tirkiyeyê werdigirin û ti xweseriyeke wan a rêveberî tune ye. Armanca dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê ew e ku tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakurê Sûriyeyê têk bibin.

Tişta ku em di ajandeyên xwe de pêşniyar dikin ew e ku hevgirtina hêzên demokratîk li seranserî Sûriyeyê bête xurtkirin da ku li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe bidin û hemû hêz û milîsên biyanî ji Sûriyeyê derbixînin û sîstemeke demokratîk, piralî û nenavendî li şûna dîktatoriyetê ava bikin.

Her çiqas hevsengiya hêzan li gorî hêzên dijberiya şoreşê bin, erka me şopandina berxwedana gel bi hemû rêbazan e. xala bingehîn di vê mijarê de jî projeya demokratîk a paşeroja Sûriyeyê ye.

4-      Parçebûna civakî ku piştî dagirkeriya Efrînê pêk hatiye û xurtkirina mezhebiyetê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve û hewldana wê ya derxistina tevliheviyê di nava civakên Sûriyeyê de bi taybet piştî ku rê li pêşiya welatiyên Efrînê girt ku nikaribin vegerin malên xwe û li şûna wan malbatên ji Xota ya Dîmeşqê û gundewarê Humis û Hemayê bi cih kirin. Ev jî çalakiya guhertina demografîk li ser bingeha mezhebî di Sûriyeyê de xurt dike û ev armanca Tirkiyeyê ya sereke ji van çalakiyan e.

Rûsya û rêjîmê li hemberî hilweşandin û koçberkirina van heft salan berpirsyar in

Di van heft salên aloziya Sûriyeyê de gelek çalakiyên koçberkirina bi milyonan welatiyan pêk hatin û berpirsyariya sereke ya van çalakiyan li ser milê rêjîmê û Rûsyayê ye.

Çalakiyên koçberkirinê û bicihkirina koçberan di malên welatiyan de siyaseta Tirkiye, rêjîm û hevkarên wê ye û bi jiyana welatiyan û paşeroja welat dilîzin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin.

Çareserî ew e ku her welatiyek vegere mala xwe û jiyana xwe bi rûmet û azad jiyan bike. Pêdiviya vê yekê jî serkeftina li hemberî hêzên dijberiya şoreşê dikin re ye. Riya vê yekê jî biratiya gelan e da ku welatiyên Sûriyeyê jiyana xwe vegerînin û mafê hemû pêkhateyan di çarçoveyeke Sûriyeke azad, piralî, nenavendî, demokrasî û dadweriya civakî de bêne parastin.