Piştî ku Meclîsa Zagonsan a girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê sîstema hundrîn a Erka Xweparastin erê kir,  rûspiyên êlên yên herêma Reqayê ji bo parastina Reqayê dane zanîn ku ev gaveke girînge pêk tê.

Rûspiyê Êla El-Efadila Mihemed Nûr El-Zîb derbarê mijarê got ku ew weke rûspiyên Reqayê bang li ciwanan dikin ku dema navendên Erka xweparstinê werin vekirin, pêwîste berê xwe bidin navendan û erka xwe pêk bîn in.

El-Zîb diyar kir ku pêwîste hemû ciwanên Reqayê berê xwe bidin Erka Xweparastinê û wiha anî anî ziman,”Erka Xweparastin kêmî salekê ye û pêwîste her ciwanekî welatparêz vê erkê pêk bîne.”

El-Zîb destnîşan kir ku gelek zarokên Reqayê bûn armanca kiriyarên çeteyên DAIŞ`ê û gelek ji wan jî ji bo parastin û rizgarkirina axa welatên xwe canê xwe feda kirin û wiha pêde çû,”Em tu carî derfet nadin tu kesî ku axa me ya bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin dagir bikin. Emê heta dawiyê parastina axa welatên xwe bikin.”

Ji aliyê xwe ve Rûspiyê Êla El-Berîc Emîr El-Xabûr got ku sîstema hundrîn a Erka Xweparastin hate erêkirin û we weke rûspiyên êlên Reqayê bang li hemû ciwanan dikin ku erka xwe ya parastina welatên xwe pêk bînin.

Emîr El-Xabûr diyar kir ku di hemû dewletan de sîstema xwe parastinê heye û wiha  bidawî kir,”Pêwîste her kesê ku di vî bajarê de dijî erka xwe li hember welatê xwe pêk bîne. Ji ber ku welat ji me re dê û bave.”