Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdinê Alî Atalan derbarê mijarê diyar kir ku mala Êzidiyan bi kepçeyan hate hilweşandin.

Navenda Çanda Êzidiyan têkildarî vê bûyerê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got;

“Em wek Navenda Çanda Êzidxan,(NÇÊ) bang li hemû qadên navnetewî û gelê Kurdistanê yên dilsoz dikin ku bila bêdeng nemînin.  Ev tê wateya ku planên DAIŞ’ê yên sala 2014’an hîn bi dawî nehatine. Bêdengî rûreşî û alîkariya vê zulmê ye! Êzdiyên bi rûmet, gelê me yên welatparêz, ji her demê bêhtir divê em sazî û rêxistinên xwe xurt bikin. Da ku dagirker û dijminên mirovahiyê nikaribin rihet tevbigerin.

Divê em hemû qadan li dewleta dagirker û hevalbendên wan teng bikin. Roj roja xîretê û xwedîderketinên nirxên olî û netewî ye. Em vê helwesta dewleta dagirker a Tirk bi tundî şermezar dikin. Efşê ne bi tenê ye.Her wiha Kelhok jî divê careke din, bigihe xweyiyên Kelhokê.”

Êrîşa Efşê berdewama êrîşa Şengalê û Efrênê ye

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê jî cihên pîroz ên êzîdiyan rûxandin û welatiyên êzîdî bi darê zorê neçarî çûyîna mizgeftê dikin. Her wiha welatiyên êzîdî direvîn in û wan ji gundên wan didin koçber kirin. Li Şengalê jî çeteyên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an de komkujî li dijî civaka êzîdî pêk anî, cihê pîroz ruxandin, jinên êzîdî revandin û bi hezaran kes qetil kirin û dana koçberkirin.

Ev êrîşa li Efşê ya Bakurê Kurdistanê jî wekî berdewama êrîşa li dijî civaka êzîdî ye. Bi vê yekê dixwazin bingeha resen a herêmê tune bikin. Dewleta Tirk li hemû parçeyên Kurdistanê yên destê wê dighêje li dijî gelê kurd bi temamî û civaka êzîdî bi taybetî siyasetên inkar û tunekirinê dide meşandin.