Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê herêma Efrînê dagir kirin, welatiyên Efrînê ji ber hovîtiya komên çete neçar man koçber bibin. Piraniya koçberên ji Efîrnê hatine li herêma Şehba dimînin. Bi armanca alîkariya tenduristî bi zarokên Efrînê re bijîşkê Îtalî yê bi navê Marîno li rex alavên xwe yên tenduristiyê berê xwe da Navenda Heyva Sor a Kurd a li herêma Şehba û bidildarî dixebite.

Marîno got ku gelek hevalên wî yê bijîşk li Keneda, Birêtaniya dixwazin werin herêma Şehba û alîkariya welatiyên Efrînê bikin û wiha got: “ji ber rewşa şer a Sûriyeyê û rêgirtina li pêşiya van alîkariyan evan bijîşk nikarin werin.” Marîno spasiya Heyva Sor a Kurd kir ji ber ku berpirsyariya dermankirina birîndaran girtiye ser milên xwe.

Marîno diyar kir ku wî alîkariya tenduristî li gelek herêmên cîhanê yên ku şer jiyan kirine pêşkêş kiriye û got ku pêwîstiya alîkariya tenduristiyê li ku derê hebe dê biçe wê derê û bang li bijîşkên beşên cûda kir ku berê xwe bidin herêma Şehba û alîkariyê bi welatiyan re bikin.

Marîno siyaseta Ewropa ya li hemberî welatiyên Efrînê rexne kir û got ku dive siyaseta Ewropa li hemberî welatiyên sivîl ên Efrînê baldar be û wiha domand: “Ev şer ê herî qirêj ku min di jiyana xwe de dîtiye û niha welatiyên Efrînê buhaya bazirganiya cîhanê didin.”

Marîno bang li aliyên navnetewî kir ku zarokan ji windabûnê biparêzin û derfetê ji zarokan re vebikin da ku jiyaneke aram jiyan bikin.