Di pêvajoyek ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêşketinên dîrokî tên jiyankirin, pevajoyek ku  yekgirtina di nava Kurdan û gelê herêmê giringî qezenç kirî de hatina cem hev a herdû aliyan balkêşe. Ji ber ku demek dirêje di nava aliyan de hevdîtinek wiha pêknehatiye.

Di demek ku li herêmê şerê cîhanê yê 3’yemîn tê jiyankirin. Di heman demê de li Bakur, Başur û Rojava êrîşên berfireh li ser kurdan pêk tên de, yekîtiya partiyên kurdî pir girîng e.

TEV-DEM’ê beriya niha jî bi daxwuyanî û hevdîtinên bi partiyên kurdan re banga yektîiya partiyên kurd û xwestibû ku sarbûna di navbera partiyên kurdî de were derbaskirin.

Piştî demek dirêj yekem hevdîtin

Ji bo qutbûn û derbaskirina serbûna di navbera partiyên kurdan de piştî demek dirêj hevdîtina  Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl li Hewlêre bi  Endamê Dîwana Serokatî  ya Başûrê Kurdistanê û Berpirsyarê Maseya Sûriye – Rojava Hamid Derbendî re giringiyê derdixe holê.

Li gor agahiyên hatîn girtin her çendî di hevdîtinên di navbera herdû aliyan de ne di astek fermî de be jî, ji  bo derbaskirina sarbûn, helandina qeşaya di navbera partiyên kurdan de û dîsa destpêkirina diyalogan dan û standina nêrînan giringiyek mezin hatiye dayîn.

Dîsa ji bo partiyên li Rojavayê Kurdistanê di bin bandora PDK’ê de carek din bi TEV-DEM’ê re ketina nava têkiliyek rast de û xebatên hevpar rêvebibin danûstandina nêrînan pêkhat.