حركة المجتمع الديمقراطي

Tecrîda li ser Ocalan hate nirxandin

658

KOBANE

Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li kantona Kobanê Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner pilatformek organîze kir.

Nûner ji Meclîsa Sivîl a Reqayê, Sirîn, Girê Spî, Kobanê û gelek ji parêzer, rewşenbîr û endamên partiyên siyasî tevlî pilatformê bûn.

Her wiha Hevserokên TEV-DEM`ê yên kantona Kobanê Ehmed Şêxo û Eyşe Efendî, Hevserokê Meclîsa Kantona Kobane Mustefa Êto, endamê Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya herêma Firatê Hemdan El-Ebid û endamê Meclîsa Giştî ya PYD`ê Dîlber Yûsiv jî tevlî pilatformê bûn.

Pilatform ji aliyê Hemdan El-Ebid ve hate birêvebirin. Di destpêka pilatformê de ji dîrokê ve polîtîkayên şerê taybet ê dewlet û imperatoriyan ji aliyê Hemdan El-Ebid ve hat bibîranîn. El-Ebid di nava gotinên xwe de imperatoriya Osmanî û kiryarên wê li Rojhilata Navîn nirxand û gotin anî ser guherîna dewleta Tirk a dagirker ji demografiya herêmê re.

El-Ebid di nava gotinên xwe de got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dûrî feraseta netewperestiyê li ser bingehê yekîtiya gelan û jiyana hevbeş ji bo avakirina insanê azad têkoşiya û wiha berdewam kir:‟ Ocalan xwest em hemû li Sûriyeyê hevbeş bijîn”.

Piştî Hemdan El-Ebid parêzer û Hevserokê Meclîsa Dada Civakî ya herêma Firatê Ferîd Etî jî got:‟ Divê em li zagonên ku xizmeta mirovahiyê bikin, bigerin. Zagonên dewletên Rojhilata Navîn xizmeta civakê nakin berevajî xizmeta çîna desthilatdar dikin. Heyanî niha jî şer li Rojhilata Navîn didome”.

Di berdewamiya pilatformê de Dîlber Yûsiv jî axivî û wiha got:‟ Ji dîrokê heyanî niha kîjan însan ji bo civaka xwe têkoşiyaye dewletên desthilatdar li hemberî wî derdikevin û tu zagon nîne ku wan biparêzin”.

Her wiha di berdewamiya pilatformê de gelek ji parêzer û siyasetmedaran tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin.