Ciwanên bajarê Minbicê tevlî nava refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dibin. Di vê çarçoveyê de Akademiya Leşkerî ya girêdayî Meclîsê Minbicê dewreyeke perwerdeyê bidawî kir.
MINBIC
Dewreya Şehîd Nayid El-Setûf bi tevlîbûna 165 şervanî hatibû destpêkirin û 15 rojan dewam kir.
Dewreya perwerdeyê 15 rojan dewam kir. Di dewreyê de dersên birdozî û leşkerî hatin dayîn.
Di merasîma bidawîkirina dewreyê de, şervanan toreneke leşkerî lidar xistin.
Paşê yek ji fermandarên QSD`ê Mîtan Qamişlo axivî, bidawîkirina dewreyê li hemû şervanan pîroz kir û bang li her kesî kir ku erka xwe li hember parastina gel, welat û hemû êrîşên derve pêk bînin.
Di dawiyê de şervanan soza leşkerî dan û gotin ku ew ê heta dawiyê li ser riya şehîdên xwe bimeşin û parastina deskeftiyên xwe bikin.
Merasîma bidawîkirina dewreyê bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bidawî bû.