Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Qitme yê nevçeya Şera 19 welatî ku 16 jê Êzidî ne, revandin.
Qirkirina çandî ya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li hemberî pêkhateyên Efrîne daye destpêkirin, ji berê zêdetir didome.
Ji gundê Qitmê yê Êzidî yê girêdayî navçeya Şera ya Efrîne çavkaniyan agahî dan ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê wan Qitmê 16 welatî ku yek ji wan jine, revandine û ew birine mizgefta gundê Qitmê.
Navê welatiyên gundê Qitme ku revandine û ji civaka Êzidî ne wiha ne:‟ Hac Ehmed Hemo (70), mamoste Nebîl Mihemed (46) û hevjîna wî Ilham Mihemed (60), Hisên Îbo (70), Henan Birîm (65), Azad Birîm (35), Hemîd Qasim (39), Ednan Qasim (45), Nîdal Qasim (43) û kurê wî Hemdûş Qasim (15), Fewzî Şemo (55) û her du kurên wî, Eymen Hemade (35), Şêxo Hemade (28) û Sadiq Silêman (34).
Di heman demê de, çavkaniyan gotin ku Umer Umer, Xelîl Behrî û Mihemed Bedrî jî revandine. Lê derbarê eslê wan tu agahî nehatin bidestxistin.
Heman çavkaniyan anîn ziman ku çeteyan Nebîl Mihemed û hevjîna wî Ilham Mihemed piştî ku işkence kirin û 2 hezar û 500 LS. ji wan standin ew berdan. Her wiha çete destê xwe danîn ser hemû mal û mulkên Nebîl Mihemed.
Her wiha ji gundê Qîbarê çavkaniyên herêmî agahî dan ku çete 5 hezar dolar ji welatiyên bi navê Fadî Arif, Ibrahîm Arif, Henan Arif, Abdulrehman Arif, Alî Arif û Semîr Arif standine.
Çavkaniyan ji Efrîne agahî dabûn ku mîtên Tirkiyê malbata welatiyê bi navê Ednan Hecîko ku bi navê Mendo yê gundê Qîbarê yê Efrîne revandina Tirkiyê.
Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nasname li ser elewiyên gundê Kokanê yê Mabata belavkirina û dê wan ji bo hilbijartinên 24`ê hezîranê bidin bikaranîn.