حركة المجتمع الديمقراطي

HPG`ê nasnameya gerîlayên ku li Osmaniyê şehîd bûne eşkere kir

628
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên ku li Osmaniyeyê di dema operasyonê de ji ber bomberdûmana giran a balafirên şer şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

“Artêşa TC a dagirker roja 31’ê Adarê li bejahiya Osmaniyeyê dest bi operasyoneke berfireh kir. Di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me yên gerîla de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Hêzên dagirker ên ku nikarin li hemberî hêzên me yên gerîla şer bike, bi teknîka giran û balafirên şer bombe li qada şer barand. Ji ber vê bomberdûmanê 5 hevalên me yên bi fermandariya heval Delîl ku bi lehengî şer kirin şehîd bûn.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Delîl Teman

Nav paşnav: Yûsûf Bûldag

Cihê jidayikbûnê: Çewlig

Dayik-Bav: Derdiye-Sadik

Dem û cihê şehadetê: 31’ê Adara 2018 / Osmaniye

*****

Nasnav: Brûsk Celeme

Nav paşnav: Mûhammed Abdulhamît

Cihê jidayikbûnê: Şam

Dayik-Bav: Solîn-Necîp

Dem û cihê şehadetê: 31’ê Adara 2018 / Osmaniye

*****

Nasnav: Cûdî Serhat

Nav paşnav: Mehmet Emîn Keleş

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Naîme-Hasan

Dem û cihê şehadetê: 31’ê Adara 2018 / Osmaniye

*****

Nasnav: Garzan Dersim

Nav paşnav: Ahmet Kemer

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-Bav: Îzzet-Recîp

Dem û cihê şehadetê: 31’ê Adara 2018 / Osmaniye

*****

Nasnav: Rênas Mervan

Nav paşnav: Aram Orebeyî

Cihê jidayikbûnê: Stenbol

Dayik-Bav: Mehtap-Metîn

Dem û cihê şehadetê: 31’ê Adara 2018 / Osmaniye

*****

Nasnav: Şiyar Denîz

Nav paşnav: Eşyar Moral

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Ayşe-Mahsûm

Dem û cihê şehadetê: 31’ê Adara 2018 / Osmaniye