Heyva Sor a Kurd madeyên xwarinê û pêwîstiyên zarokan ku ji aliyê Civaka Êzidî ya Elmaniya bi rêya Rêxistina LIBERALE ya Elmanî hatibû şandin, li civaka Êzidî û pêkhateyên din ên Efrînê ku li Şehbayê dimînin belav kir.
ŞEHBA
Derbarê mijarê de, welatiyê bi navê Reşîd Reşo yê ji gundê Qestel Cindo yê girêdayî navçeya Şera axivî û da zanîn ku ji ber hovîtî û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ew neçar man dev ji warê xwe berdin û berê xwe bidin kantona Şehbayê û wiha pê de çû,ʺEm spasiya Heyva Sor a Kurd û Êzîdiyên li Elmaniya dikim ku alîkarî rêkirin ji me rêkir.ʺ
Zeyneb Elî ya ji gundê Balflûnê yê girêdayî navçeya Şera jî derbarê bêdengbûna navneteweyî li ser kiryarên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê dikin nerazîbûn nîşan da û wiha pê de çû,ʺArtêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêya DAIŞ`ê dişopînin, komkujiyan derheqê sivîlên Efrînê de pêk tînin, het tiştî talan dikin, jinan dirivînin û gel û taybet civaka Êzidî qetil dikin.ʺ
Zeyneb spasiya Rêxistina LIBERALE û civaka Êzidî yên li Elmaniya kir.
Berpirsê Heyva Sor a Kurd li Şehbayê Reşîd spasiya aliyên ku alîkarî şandin ji bo gelê Efrînê kir û bang li rêxistinên navneteweyî û mirovahî kir ku alîkariya tenduristî û xwarinê bi awayekî lezgin rêbikin ji şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dimînin.