حركة المجتمع الديمقراطي

Gelê Qamişlo 37 cangoriyên meha Sibatê bi bîr anîn

763

QAMIŞLO – Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo 37 pakrewanê meha Sibatê ku di dem û cihên cûda de şehîd bûne, bi bîr anîn. QAMISLO-BIRANINA-SAHIDA-2-300x200

Merasîma bîranîna 37 têkoşerên ″YPG, YPJ, Hêzên Asayîş, Hêzên Parastina Civakî, Endamên TEV-DEM′ê û Tevgera Azadiya Kurdistanê″ yên ku di meha Sibatê de şehîd bûne, li goristana Şehîd Delîl Saroxan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo, hat lidarxistin. Malbatêm her 37 pakrewanan bi berzkirina wêneyên kur û keçên xwe li merasîman beşdar bûn.

Merasîm bi rêzgirtenê dest pê kir. Paşê Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Îdan El-Ifên axivî û wiha got, ″Ji goristana Şehîd Delîl Saroxan a pîroz ez we silav dikim. Mehane em rojekê li hev kom dibin û têkoşerên azadiyê yên ku ji bo azadiya welat canê xwe feda kirine, bi bîr tînin.″

El-Ifên di derdewama axaftina xwe de wiha got, ″Azadî peyveke ku dil ji bo wê lê dide. Ji ber vê yekê Rêberê gelê Abdullah Ocalan bal kişand ser pêwîstiya azadiya gel û got ku berdêla azadiyê şehadet e.″

Piştre, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Hacî Seîd nasname, cih û demên şehadeta pakrewanan xwend.

Di dawiyê de malbatên şehîdan li nava goristanê geriyan û gorên şehîdên xwe bi kulîlkan xemilandin.