HESEKÊ – Êzidiyên bajarê Hesekê dane zanîn ku dewleta Tirk kiryarên ku DAIŞ′ê li Şengalê pêk anîn, li Efrînê didomîne û wiha gotin, ″Erdogan heman kiryarên DIAŞ′ê yên li Şengalê, li Efrînê durbare dike.″
Welatiyên Êzidî yên li bajarê Hesekê dijîn, derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Kantona Efrînê de nêrînên xwe bi ANHA′yê re parve kirin.
Endamê TEV-DEM′ê Farûq Tozo anî ziman ku kiryarên ku dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne, berdewama kiryarên ku DAIŞ′ê li Şengalê pêk anîn û wiha got, ″Dewleta Tirk zarok û jinan dikuje û ji ber hovîtiya Tirk gelek zarok û jin wendayî ne. Dewleta Tirk li dijî gelê Bakurê Sûriyê dest bi siyaseta qirkirinê kiriye. Gelek gundên Efrînê yên ku rastî êrîşan hatin, gundên Êzidî ne. Ev gund ji aliyê Artêşa Tirk a dagirker ve bi temamî hatin rûxandin.″
Tozo di berdewama axaftina xwe diyar kir ku gundê Eyn Dara gundekî dîrokî yê gelê Êzidî ye û ji destpêka êrîşên li ser Efrînê de, bi çekên giran rastî topbarana dagirkeran tê. tozo da zanîn ku armanca ji vê yekê ji holê rakirina dîroka gelê Êzidî ye.
Tozo bal kişand ser berxwedana dîrokî ya şervanên QSD′ê di qadên şer de û wiha axivî, ″Çawa şervanên azadiyê li Şengal, Bakurê Sûriyê û gelek herêmên din bi ser ketin, ew ê li Efrînê jî bi ser bikevin.″
Endama Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Cîhan Celo jî destnîşan kir ku Erdogan bi riya êrîşên li ser Efrînê dixwaze gelên Bakurê Sûriyê qir bike û wiha domand, ″Çeteyên DAIŞ′ê hemû cihên dîrokî yên ku çanda gelê Êzidî diparastin hedef girtin. Erdogan jî li Efrînê heman tiştî dike. Tenê nav diguhere, lê teror eynî teror e.″
Cîhan bang li dewletên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember hedefgirtina çand û dîroka gelên Bakurê Sûriyê helwesteke zelal diyar bikin.