KOBANÊ– Kongreya Star di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê şehîdên azadiyê li goristana Şehîd Dicle bi bibrî anîn. Hemû malbatên şehîdan hatin vexwendin û find li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.
NÛnerên Kongreya Star, Şandeya Jinên Başûrê Kurdistanê, nûnerên Saziyên Rêveberiya Xweser û sedan malbatên şehîdan ên kantona Kobanê beşdarî merasîmê bûn.
Mersîm bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê bi navê Rêveberiya Xweser Hedla Hesen axivî û destpêkê bi xêrhatina beşdaran kir û wiha got: “Em hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin, meha sibatê. Di vê mehê de Komploya Navdewletî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate lidarxistin. Em soz didin ku em ê heta dawî şopdarên riya şehîdên xwe bin.”
Di berdewama merasîmê de li ser navê şandeya jinên Başûrê Kurdistanê Macda Umer axivî û wiha got: “Em serbilindin ku em îro di hizûra şehdîan de, li vî cihê pîroz rawestiyane. Em di goristana Şehîd Dicle de ne. Bi saya van şehîdan îro li Bakruê Sûriyê azadî heye, bi saya berxwedana wan ev herêm ji teror û çeteyan xilas bûye. Kobanê ji hemû cîhanê re isbat kiriye ku gelê herêmê dikarin parstina xwe bikin. “
Macda, di dawiya axaftina xwe de komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bibîr xist û got ku êrîşa li ser Efrînê û bê dengiya civaka navdewletî berdewama komplo ye.”
Di dawiya merasîmê de find li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.