Li gelek deverên herêma Xûtaya Rojhilat şer di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên Cêş El-Islam bi dijwarî rû dide. Hate ragihandin ku rêjîm li Hoş El-Dewahira pêş dikeve û herêma Rûma ji aliyê balafirên rêjîmê tê topbarankirin.
Li gorî nûçeya malpera Çavdêriya Mafê Mirovan Sûriyê, li devera Hoş El-Dewahira ya herêma El-Merc, ji şevê din ve heta vê kêliyê şerê di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên Cêş El-Islam bi dijwarî didome. Her wiha hate diyarkirin ku rêjîm li vê derê pêş de diçe.
Malpera, her wiha diyar kir ku, di heman dema şer de, bi dehan top û bombe li ser herêmê hatin barandin.
Li devera El-Rîhan û Şîfoniya yên Xûtaya Rojhilat jî şer di navbera herdû aliyan bi giranî didome. Balafirên rêjîmê li Xûtaya digerin. Hêzên rêjîmê 6 êrîş li ser herêma Dûma pêk anîn.
Tevî ku Konseya Ewlekariyê agirbest li Sûriyê ragihand û banga Mosko ya agirbest ji bo 5 saetan jî, li gele taxên paytexa Sûriyê, Şamê êrîşê têne kirin.
Dewleta Tirk ji 20‘ê çile ve êrîşî Efrînê dike, di encama êrîşên ku çekên qedexekirî û gazên jî hatin bi karanîn de heta niha 190 sivîl û zêdeyî 500 jî birîndar bûne.