حركة المجتمع الديمقراطي

Êrîşên qirkirinê didomin…Dateyên komukujiya gundê Yelanqozê

635

EFRÎN – Nûçegihanên ajansa me (ANHA) dateyên komkujiya gundê Yelanqozê ku têde 5 sivîl şehîd bibûn, bi rapor belge kirin.

Êrîşên bi armanca qirkirinê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, di 20 çil de li dijî herêma Efrînê daye destpêkirin dewam, dike. Li gorî daneyên herî dawî ku Meclîsa Tenduristî ya Kantona Efrînê dane, ji roja destpêka êrîşa dagirkerkiyê heta niha 199 sivîl şehîd bûn û zêdetirî 600 sivîlên din jî birîndar bûn.

Balafirên şer ên artêşa Tirk  a dagirker di 26`ê sibatê de li gundê Yelanqozê yê Cindirêsê komkujiyek pêk anî û di encamê de 5 welatiyên sivîl şehîd bûn û sivîlekî din jî bi giranî birîndar bû û niha li nexweşxaneyên Efrînê tê dermankirin.

 

Nûçegihanên me çûne gund û raporek derbarê dateyên komkujiyê de amade kirin.

Duh jî artêşa Tirk a dagirker heman gund topbaran kir û di encamê de du sivîlên bi navên Mehmûd Mengawî û Mihemed Welîd şehîd bûn.