TEBQA – Karîgeriya Veguhestinê ya Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê dest bi siwarkirina kartên numareyên erebeyên hatine qeydkirin kir.
Bi armanca birêxistinkirina xebatên veguhestinê û qeydkirina hemû erebeyên herêma Tebqayê, Karîgeriya Veguhestinê ya Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê ji nîvê meha Çileya borî vî dest bi siwarkirina kartên numareyên erebeyan hatine qeydkirin kir. Armanca serek e ya vê pêngavê ew e ku ewlehiya li herêmê were çespandin û miliyetên welatiyan a erebeyan were îspatkirin. Karîgeriyê di destpêkê de hemû erebeyan herêmê qeyd kirin.
Piştî ku karîgeriyê kartên hesinî yên numareyên erebeyan amade kirin û hemû agahiyên erebeyê û milkiyeta wê qeyd kirin, dest bi siwarkirina van kartan kir.
Welatiyan di derbarê vê pêngavê de kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku di encama van tedbîran de kirîn û firotina erebeyan hêsan dibe û rê li pêşiya keysbazî û dizîna erebeyan ku di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de li herêmê zêde bibû jî tê girtin.
Birêveberê Karîgeriyê Nîdal Mistefa got ku ew niha rojane herî kêm 200 kartên hesinî yên numareyên erebeyan siwar dikin.
Mistefa got ku weke destpêk ew erebeyên giştî nûmare dikin û di demên pêş de dê siwareyên taybet û yên girêdayî hikûmetê û yên leşkerî jî numare bikin.