Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa şîroveya Tirkiyeyê ji biryara Konseya Ewlehiyê ya agirbesta li Sûriyeyê kirin û diyar kirin ku armanc ji agirbesta rojane ya Rûsyayê li Xota ew e ku welatiyên sivîl bêne derxistin. Hikûmeta Bexdayê qedexekirina balefiran li herêma Kurdistanê dirêj kir.
Agirbesta lawaz û Fransa banga danîna rêbazên çavdêriyê kir
Girêdayî mijara aloziya Sûriyeyê û biryara Konseya Ewlehiyê ya agirbesta li Sûriyeyê û hêzên rêjîmê û komên çekdar ên li Xota di derbarê şikandina agirbestê de hevûdu tewanbar dikin. Tirkiye jî li gorî xwe biryara Konseya Ewlehiyê şîrove dike.
Girêdayî mijarê rojnameya El-Heyat du manşêtên xwe wiha bi nav kirin: “Agirbesta Rûsyayê kambaxiya li Xota çareser nekir.”, “Rûsya agirbesteke temam dûr dibîne.. Fransa jî banga danîna rêbazên çavdêriyê kir.”
Komên çekdar amade ne Cebhet El-Nusra ji Xota derbixînin
Rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Agirbesta Rûsya li Xota dudilî ye da ku opozîsyonê neçar bike”. Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî gotaeke xwe wiha bi nav kir: “Çekên kîmyawî yên Koriya Bakur ji rêjîma El-Esed re.. Rûsya hişyariya wergirtina opozîsyonê ji çekên dij-balefiran ên Emerîkî dike.”
Rojnameya Şerq El-Ewsat jî du gotarên xwe wiha bi nav kirin: “Tewanbarkirina hevûdu ya topbarana korîdora mirovahiyê”, “Agirbesta lawaz li Dîmeşqê û komên çekdar amade ne El-Nusra derbixînin.”
Tirkiye biryarên navnetewî li gorî xwe şîrove dike
Rojnameya El-Heyat behsa şîroveya Tirkiyeyê ji biryara Konseya Ewlehiyê ya agirbesta li Sûriyeyê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Tirkiye êrîşa xwe girêdayî agirbestê nabîne”.
Girêdayî mijara Îraqê rojnameya El-Qudis El-Erebî gotareke xwe wiha bi nav kir: “Hewlêr dirêjkirina qedexeya li ser balefiran weke siyasî binav dike”. Rojnameya El-Heyat jî wiha got: “Hewlêr Bexdayê tewanbar dike ku Kurdan bi komî ceza dike.” El-Heyat di gotareke xwe ya din de jî wiha got: “Biloka Kurdî ya parlemana Îraqê dengdayîna îro ji bo budceyê dûr dibîne.”
Rojnameya El-Qudis El-Erebî di gotareke xwe ya din de wiha got: “Kerkûk: Namzetên hilbijartinan û navendên siyasî tên armanc girtin.. metirsiya mezinbûna êrîşan zêde dibe.” Rojaneya El-Heyat jî wiha got: “DAIŞ êrîş navendeke Cebhe El-Turkmeniyê û beneke kontrolê ya Heşid El-Şehbî li Kerkûkê dike.”
Rojnameya Şerq El-Ewsat jî di gotareke xwe de wiha got: “DAIŞ ji aloziya bêbaweriyê di navbera pêkhateyên Kerkûkê de sûd werdigire.”