حركة المجتمع الديمقراطي

Wêneyê hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê yên li Efrînê

669

EFRIN – Êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrînê ketina roja 40’an de. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk El- Qaide ya ku bermahiyên DAIŞ û El-Nusra yê ne , hem hewayî hem jî bejayî êrîşî Efrînê dikin. Komên ku ji Helebê hatin derxistin û anîn Idlîbê piraniya wan ji Feylek El Şam, Tugaya Sultan Murat, Fatîh Sultan Mehmet û Cephe Şamiyê pêk tên.

Çeteyên DAIŞ’ê qaşo bi îda tên girtin, lê berê wan didin Efrînê

Piştî rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê, gelek DAIŞ’î yên li Suriyê bi rêyên cûda derbasî Tirkiyeyê bûn. Hatibû diyarkirin ku li Tirkiyeyê polîsan operasyon birine ser malên veşartî yên çeteyên DAIŞ û gelek ji wan hatine binçavkirin. Li gor agahiyên Wezareta Edalet a Tirkiyê dayîn 4 kes hatin girtin. Cezayên çeteyên ku hatine girtin ji aliyê dewleta Tirk ve hatin veşartin. Ji ber ku ji serî de hikumeta faşist ya AKP- Erdogan çeteyên DAIŞ’ê xwedî dike û ber dide kurdan. Di êrîşa dagirkeriyê li ser Efrînê de, AKP-Erdogan careke din çeteyên DAIŞ`ê bi kar tîne.

Wêneyên ku ANHA`yê bi dest xistin

Di wêneyê ku li Efrînê hatî kişandin û Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi dest xistin, careke din hevkariya MÎT`a Tirk û çeteyên DAIŞ`ê derdikeve holê. Di wêne de Fermandarê Tugaya Sultan Murat Fehmû Îsa, berpirsyarê MİT’ê yê ji IdlIbê heya Cerablusê û çeteyê DAIŞ’ê yê ji girtîgeha Dîlokê hatî derxistin û anîne şerê Efrînê cih digrin.

Bi taybet endamên DAIŞ’ê yên li girtîgehên Dîlok, Kilis û Hatayê tînin Efrînê û bi şêweyek 10 kesî li ser komên çeteyan belav dikin. Di Heman demê de DAIŞ’iyên ku di Tugaya Sultan Murad de hatine bicihkirin, MÎT`ê Tirkiyê mehane pereyan dide wan.

Komên Turkistanî jî hene

Li aliyê din jî di nava çeteyên ku êrîşî Efrînê dikin komên girêdayî Tevgera Îslamî ya Turkistanê jî cih digirin. 400 cîhadiyên ji Turkistanê anîne eniyên pêş bi taybet li Cindirês, Reco û Bilbilê hatine bi cihkirin. Hat zanîn ku ev komên Turkistanî ji bo komên din moral bigirin wek hêzên êrîşkirinê têne bikaranîn.

Tevgera Îslamî ya Turkistanê di lîsteya terore ya herêmî û navnetewî ku Tirkiye jî di nav deye cih digire.