حركة المجتمع الديمقراطي

Artêşa dagirker sivîlekî din ê Efrînê birîndar kir

513

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajaroka Bedîna yê girêdayî navçeya Mabata topbaran kir.

Di encamê de sivîlê bi navê Ebdo Reşîd ê 35 salî birîndar bû. Reşîd niha li nexweşxaneyên Efrînê tê dermankirin.

Li gorî bijîşkan rewşa Reşîd xeter e.منذو الصباح يقصف العدوان التركي قرية بعدينا ويوقع جرحى ‫(1)‬

Li gorî agahiyan, Ebdo Reşîd bi eslê xwe ji gundê Qetmê ye, lê serdana xizmên  xwe yên li bajaroka Bedîna kiribû û li wir birîndar bû.

Ji aliyekî din ve jî, ji ber topbaranê zerar gihîşt mal û milkên welatiyan.