GIRÊ SPÎ – Dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn destwerdanên li ser sînorê Girê Spî didomîne û cotkaran hedef digire.
Ji dema rizgarkirina bajarê Girê Spî ji çeteyên DAIŞ′ê ve, dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazan ewlehiya herêmê derb bike. Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk komên çete li ser sînor bi cih kirine. Çete bi çekên giran li ser sînor sivîlan û cotkarên ku li nava zeviyên xwe dixebitin, hedef digirin.
Duh ango 27′ê Sibatê salvegera duyemîn a êrîşa hevbeş a Tirkiye û DAIŞ′ê ya li ser bajarê Girê Spî bû. Dema ku dewleta Tirk çeteyên DAIŞ′ê derbasî bajarê Girê Spî û Hemam Tirkmen kirin, çeteyan li wir komkujiyek pêk anîn. Di komkujiyê de 47 sivîl hatin kuştin.
Ji wê dema heta niha destwerdanên li ser sînorê Sûriyê didomine. Di encamê de 29 sivîl hatin kuştin (di nav de 13 şêniyên Girê Spî û 16 şêniyên bajarên din ên Sûriyê). Her wiha bi dehan sivîl birîndar bûn, hat îşkencekirin û li ser sînor hatin avêtin.
Roja Înê ango 26′ê Sibata sala 2016′an hêzên dewleta Tirk ên li ser sînor bi cih dibin, êrîşî bajaroka HemamTirkmen kirin, da çeteyên DAIŞ′ê derbasî gundewarên rojhilatê Kantona Girê Spî bêne kirin.
Roja 27′ê Sibata 2016′an di saetên sibehê de, çeteyên DAIŞ′ê êrîşî navenda Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Hêzên Asayîşê), nexweşxaneya Wetenî, herêma Îskan ên navenda bajarê Girê Spî, her wiha bajaroka Eyn Erûs, gundê Hemam Tirkmen û navçeyên Silûk û Eyn Îsayê kirin.
Êrîş rastî bersivdayîneke tund a şervanên YPG/QSD′ê hat. piraniya şerên ku li herêmê rû didan rû bi rû bûn. Di encamê de zêdeyî 100 çete (di nav de çeteyên Tirk hebûn) hatin kuştin.
Piştî ku şervanan êrîşa 27′ê Sibatê şikandin, çeteyên dewleta Tirk 3′yê Gulana 2016′an deriyê sînor ê Girê Spî bi çekên giran hedef girtin.
Nîvê meha Cotmeha sala 2016′an de jî Artêşa Tirk a dagirker 10 m ji axa Sûriyê dagir kir û li ser sînorê gundê Selîb Qiran ê rojavayê bajarê Girê Spî dest bi kolandina xendeqan kir. Piştre jî Artêşa dagirker li ser sînorê gundê Munbetih ê 1 km dikeve rojavayê bajarê Girê Spî xendeq kolan. bi vê yekê re hemwext Artêşa Tirk dîwarê şermê lêdikir û sivîlên ku diçûn nav zeviyên xwe yên nêzî sînor hedef digirtin.
Bi destpêkirina Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajarê Reqayê re, destwerdanên dewleta Tirk ên di axa Sûriyê de (taybet Kantona Girê Spî) zêde bûn. Artêşa Tirk li dijî herêmên li ser sînor çekên giran bi kar anîn û du caran hewl da komên çete derbasî Kantona Efrînê bike.
Di 15′ê Sibata sala 2017′an de jî balafirên keşfê yên Artêşa Tirk li asîmanê bajarê Girê Spî geriyan û di heman di demê de artêşa Tirk bi çekên giran êrîşî gundên Esaf, Sûsik, Til Findir ên rojavayê bajarê Girê Spî kirin.
30′yê Adara sala 2017′an de jî leşkerên Tirk gelek cotkarên gundê Sûsikê dema ku li nava zeviyên xwe dixebitîn, hedef girtin.
Di 27′ê Nîsana sala 2017′an de jî Artêşa Tirk êrîşî gundê Sûsikê kir. Êrîş rastî bersivdayîna şervanên YPG/YPJ′ê hat. Di encamê de radarek û erebeyeke zirxî ya Artêşa Tirk ku li ser girê li beramberî gundê Sûsikê hatibûn bicihkirin, hatin rûxandin.
8′ê Tîrmeha sala 2017′an jî Artêşa Tirk 8 ciwanên ji Girê Spî ku dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin girtin. Leşkerên Tirk du ciwanên ji gundê Xizêl ê dikeve rojhilatê Girê Spî kuştin û avêtin ser sînor, 6 ciwanên din jî bi awayekî hovane îşkence kirin.
Di salên 2016-2017 û 2018′an de bi dehan sivîl li ser sînor bi guleyên leşkerên Tirk hatin kuştin.
Tu kes ji welatiyên gundewarên li sînorê Bakurê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê ji hedefgirtina Artêşa Tirk nefilitî. Ji ber guleyên Artêşa Tirk, gelek sivîlên ku malên wan nêzî sînorin warên xwe terk kirin.
Welatiyê bi navê Casim Diyab ê ji gundê Esed ê rojhilatê bajarê Girê Spî got ku ew ji ber guleyên leşkerên Tirk nikarin erdên xwe biçînin û wiha domand, ″Em bi çandiniyê debara jiyana xwe dikin, pêwîstiya me pir bi çandiniyê heye. Lê dema em li nava zeviyên xwe dixebitin leşkerên Tirk guleyan davêjin me. 500 m ji erdên ser sînor qedexe ye tu kes derbas bibe. Tevî ku leşkerên Tirk dizanin ku em sivîlan û ne leşkerin, dîsa jî me hedef digirin.″
Welatiya bi navê Emîne ya ji gundê Sûsikê yê dikeve rojavayê bajarê Girê Spî jî, diyar kir ku dewleta Tirk li ser sînor êrîşî sivîlan dike û wiha axivî, ″Em gundê û axa xwe terk nakin. Em ê li hember dewleta Tirk a dagirker şer bikin û şopdarên riya şehîdên xwe bin.″
Welatiyê bi navê Qadir ê ji gundê Til Findirê jî da zanîn ku tevî ku tu noqteyên leşkerî li gundê tune ne, dewleta Tirk bê serûber gund bi çekên giran hedef digire.
Her wiha dagirkeriya Tirk gelek caran dibistana gundê Sûsikê yê dikeve rojavayê Girê Spî hedef girt.
Herî dawî jî beriya 25 rojan komeke çeteyên dewleta Tirk hewl da di deriyê sînor re derbasî bajarê Girê Spî bibe. Ev hewldan rastî bersivdayîna şervanên QSD′ê hat û di encamê de 4 çete hatin kuştin.