حركة المجتمع الديمقراطي

Rêveberiya firinên Minbicê ji bo pirsgirêka nan bergirî girtin

495

MINBIC – Welatiyên bajarê Minbicê gazinan dikin ku nan di heman rojê de ji hev dikeve. Aliyên berpirsyar jî diyar kirin ku wan ji bo vê yekê çareserkirina vê pirsgirêkê bergirî girtine.

Ji ber ku nanê firinên giştî ne baş e, welatiyên bajarê Minbicê neçar in ku nanê xwe ji firinên taybet peyda bikin. Bi gelek sedeman nan ji hev dikeve. Sedema sereke ew e ku ard ne baş e ku ji sedî 70 ji genimê ard hişk e û ya mayî nerm e. Lê ji bo ku nan baş bibe, divê ev rêje berovajî bibe. Her wiha xwediyên firinan li gorî dem, pîvan û giranbûnê naxebitin.

Welatiyê bi navê Faris Mihemed ji ANHA′yê re diyar kir ku ji ber nanê firinên giştî ne baş e, ew neçar in ku nên ji firinên tabet bikirin. Mihemed bang li aliyên berpirsyar kir ku pirsgirêka nan çareser bikin.

FARIS MIHMED

ANHA′yê her wiha hevpeyvîneke taybet bi Rêveberê firina giştî ya Minbicê Mustefa El-Hesen çêkir. Mustefa diyar kir ku  sedema sereke cûreya ard e û got ku hin firine ne li gorî pîvanan dixebitin.

MUSTEFA EL HESEN

Mustefa anî ziman ku ji bo çareserkirina vê rûdanê, komîteyeke çavdêriyê ji 5 kesan hat avakirin û hin firin ji xebatên dane sekinandin.

Mustefa diyar kir ku wan 7 roj dane komîteyê ji bo ku şaşî û kêmasiyên firinan derbas bikin, da nanekî baş ji welatiyan re bê amadekirin.