حركة المجتمع الديمقراطي

Îmad Dawûd: Erdogan dixwaze nexweşiya xwe li tevahî Tirkiyê belav bike

613

ŞEHBA – Hevserokê Meclîsa Kantona Şehbayê Îmad Dawûd diyar kir ku Serokê Tirkiyê Erdogan nexweşî di hişê wî de heye û dixwaze vê nexweşiyê li tevahî Tirkiyê belav bike.

Îmad Dawûd destnîşan kir ku hevpeymanên ku di navbera Tirkî, Rûsya û Îranê de çêbûne, ji bo ku di herêmê de tevliheviyan belav bikin, destûrê dide Tirkiyê ku hin herêman Sûriyê dagir bike. Dawûd wiha domand, ″Berxwedana Efrînê bi têkbirina Artêşa Tirk a dagirker wê rê li ber tevlihevî û fitneyên di navbera gelên herêmê de bigire.″

Dawûd li ser berxwedana ku şervanên YPG/YPJ/QSD′ê ya li hember dagirkeriya Tirk didin meşandin axivî û got ku şervanan ji tevahî cîhanê re îsbat kirin ku wê Berxwedana Serdemê bi ser bikeve.

Ji aliyekî din ve Dawûd bal kişand ser hatina karwanê welatiyên Şengal, herêmên Cizîrê û Firatê û bajarê Helebê ya ber Kantona Efrînê ve û wiha got, ″Ev yek hevgirtina hemû gelên Bakurê Sûriyê li hember dagirkeriyê nîşan dide. Hevgirtina gelan dikare planên dewleteke NATO′yê têk bibe.″

Dawûd destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî li hember komkujiyên ku li Efrînê pêk tên dehêle ku Artêşa Tirk a dagirker hovîtiya li dijî sivîlan Efrînê zêde bike û da zanîn ku li gorî zagonan divê kesekî wek Erdogan bikeve zindanê.

Di dawiya axaftina xwe de Hevserokê Meclîsa Kantona Şehbayê Îmad Dawûd tekez kir ku nexweşî di hişê Erdogan de heye û dixwaze vê nexweşiyê li tevahî Tirkiyê belav bike û wiha got, ″Tu yê têk biçî û rastiya te wê were eşkerekirin.″