Piştî ku Konseya Ewlehiyê biryara agirbesta li Sûriyeyê wergirt, Rûsya hewl dide ku Xota El-Şerqiyê û Idlibê nagire nava xwe û ji aliyê xwe ve agirbesta rojane ya 5 saetan ragihand û vê yekê metirsiya valakirina herêmên Sûriyeyê ji welatiyan zêde kir. Serokê Fransayê jî hevpîşeyê xwe yê Tirkiyeyê ku êrîşî Efrînê dike hişyar kir ku biryar Efrînê jî digire nava xwe.
Agirbesta Rûsya abirbesta navnetewî bi dawî dike
Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa biryara agirbesta 30 rojan li Sûriyeyê ya Konseya Ewlehiyê kir. Girêdayî mijarê rojnameya El-Qudis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Potîn agirbesta Konseya Ewlehiyê têk dibe.. topbarana sivîlan bi gaza Kilor didome.” Rojnameya El-Heyat jî du manşêtên xwe wiha bi nav kirin: “Hişyariya ‘korîdorên mirovahî’ ji bo koçberkirina welatiyên Xota dide”, “Hêzên rêjîmê Xota topbaran dike û Mosko banga lihevkirina li ser pîvanên agirbestê dike.” Rojnameya Şerq El-Ewsat jî hin gotarên xwe wiha bi nav kirin: “Zextên navnetewî.. û potîn ‘korîdorên mirovahiyê’ vedike”, “şerê li Xota Mosko û Dîmeşqê piştî nakokiyên Soçî komî hev dike”, “Mosko li hemberî êrîşên Emerîkî xemgîn e û Xota û Idlibê ji agirbestê derdixîne.”
Agirbest Efrînê jî digre nava xwe
Girêdayî pêkanîna agirbestê li herêma Efrînê ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ev 39 roj in êrîşên xwe li dijî herêma Efrînê berdewam dikin. Rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Makron bang li Erdogan dike agirbestê li Efrînê pêk bîne.”, rojnameya El-Ereb jî di gotareke xwe de wiha got: “Makron Erdogan neçar dike: Agirbest Efrînê jî digire nava xwe.”
Dadgeha Çîk biryara xwe ya di derbarê Salih Muslim de îro distîne
Rojnameyan behsa girtina Endamê Komîteya Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yê berê Salih Muslim kirin. Rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Dadgeha Çîk daxwaza Enqereyê ya radestkirina Salih Muslim derend dixîne.” Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî gotareke xwe iha bi nav kir: “Dadgeha Çîk îro biryara xwe ya girtina rayedarekî Kurdên Sûriyeyê dide.”